• Çiya yê Heremon bilindtirîn Avraza di Herêma Şam ê de, ku bilindbûna wî dighêja 2814 m.
  • Çiya yê Heremon navdartirîn çiya yên Herêma Şam ê ye, ku li navbera Sûriya û Lubanan ê parve dibe, ji Aevrazên çiya yê Heremon wêneyk giştî ser Lubanan, Sûriya, Felestîn û Ûrdunê digre, ku her çar welat dikarîn çiya yê heremon ji aliyê xwe bibînin, ku herêma Şam ji wan çaran welatên pêk tê, û ew kesê serdana Avraza heremon (2814m) bike, dê bikar be gelek deverên berfereh li Sûriya bibîne, Dimeşq, deşta Horan, biayabana Şam û Jolan ê, her wisa deverên sînorên bakurê Ûrdunê û Felestînê (çiyayên Jalîl, parêzgrha Îrbid, Deşta Alhola û gola Teberiya) û tevahiya başûrê Lubnanê, (deşta Biqae û zincîra çiya yên Lubnanê a rojava). Tê zanîn, parek ji çiya Heremon (devera başûr – rojava) jêr deslatdariya Îsraîlê de ye (deşta Jolan) û park ji çiya jê saya Sûriya yê de ye (avrazên Jolan).
  • Çiya yê Heremon wek çavkaniyê serke ji rûbarê Ûrudnê ye tê naskirin, her wiha ji çend rûbarên din yên deverê, çiya yê Heremon navdar bi pîteka gelekî balkêş tê naskirin, ku bi gelek coran rengdar e (deşt, rûbar û darstanênxwe),  ; çiyayê Heremo bi navê çiya yê Şêx (kal) tê binavkirin ji ber ku Avrazên wî bi berfê spî dibe, her wiha diroknasên Ereb ew bi çiyayê berfê bi navdikirin.
  • Navê Heremon Navekî Kenanî ye tê wateya (Pîorz), û çiya yê أeremên di dîrokê de pîroztirîn çiya ye herwiha giringtrîn navedên xwdaparastinê li ba Kenaniyan, ku Fînîqiyan ew xwedanperstbûn û ew bi (Bael Heremon- navê xwedayekî wan bû) nav kirin,  her wisa Fenîqiyan salane ew serdan dikirin wek şiwênek pîroz û qurbanî pêkêş dikirin.
  • Navê Heremon di dastana Gilcamiş ya Somerî de hat bibîranîn ku got: “zemîna çiya yê (Dara Ariz- sidros) Heremon, ew zemîna nemire ye” dîroknasekî wisa gor: ” diyardeya herî balkêş di Dastana Gilcamiş de û Zemîna Zindiyan ewbû, ku yê Palawan li binêarên Heremon dîtinek hat berçav ku ew li hember çaranivîsa Gerdûnê ye û ne taybeta bi çarenivîsa wî ye, û li gor gelek dîroknasan û çend pirtûkên Oldar çiya yê Heremon bi navê (Çiaya yê Dîtin – Rûa) hat naskirin.
  • Heremon di “Tewratê”/ Geşta dadweran (Sefer laqudat) de hat bîranîn, her wiha di dîroka xirsîtiyanê de hat, deberê diyarkirina Mesîh (Îssa) li ser çiya yê Heremon, ku Mesîh digel sê xwendivanan ji Baniyas bûn , û bi çiya yê Bilind hilkêşiyan û vegeriyan daku zarokî saxlem bikin. Ku di nivîsere Încîlê de hat: ” Îsa her yek ji Butrus, Yaqûb û biryaê wî Yohena birin ser çiya yê Bilind, û yek bi yek di gel wan de civî ya, ku ronahî ji rûyê wî di veda, û cil ûbergên wî spî bûn, û dema ku di axivî ewreka geş ew sêber kirin”,Û di dîroka erebî de hat, ku kevirên avahiya Kaeba Mûşerif kevrên pênc çiya yan pêk hatiya, yek ji wan Çiya yê Heremon bû.