Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem, Salona Kewakibî bo diyaloga mijarên Ayîn, Dewlet û Siyaset vedike

Di vê rewşa aloz û tevlîhev de ku herêma me têderbas dibe, diyalog pêwiste daku li hember ew diyardeyên tundûtûjî yê û cûdaxwazî yê rawestê. Daku ber bi avakirin û belavkirina çanda lêborînê here, li ser bingehên nûjen û zelal li gor şiyanên Hemdem.

Lewra, Navenda Harmon bo Vekolînên Hemdem ragihand bo vekirina Salona Kewakibî bo diyaloga mijarên Ayîn, Dewlet û Siyasetê, ku dikeve çarçoveya hewlên cidî bo pêdekirina derfetk ji diyalogê, her wiha sûde ji azmûnên berê yên diyalogê bike, ku di navbera gelek şepolên siyasî yên cûda hebû, û li ser wan/ azmûnan ava dibe; û derbarê hilbijartina navê “Kewakibî”, ne ji xwe de hatiye, lê belê ji ber ku Kewakibî wistgehek giring di nûhatina erebî de, ku ew wek simbolek ji simbolên nûjenkirina dîrokê; dako hemaheng be digel astengiyên niha û paşerojê de.

Armanc Salonê û mijarên şîrovekirinê û çawaniya kar:

Yekemîn: Salona Kewakibî

Ew salonek bo diyalogê ye, pispore di diyaloga derbarê cewherê Dewleta Sûriya ya nûjen, ş çawaniya Sistema siyasî, abûrî û civakî ya nûjen, û bingehên alavên berhemên û druskirin û serçaveyan, bi taybet yên girêdayî bi peywendiya Ayîn bi Dewletê ve, û peywendiya hêzên siyasî bi Ayîn ê ve, û diyarkirina aliyê ronakbîr û şaristanî ji olê li hember ew şepolên terrorist û tundrew, û dê di civîn û workşopên salonê çendîn kesên ronakbîr û siyasetmedar û oldar beşdarbin.

Diwemîn: Armancên Salona Kewakibî

  • Salona Kewakibî girngî yê dide hander û diyarkirina şepolên ayînî yên ronakbîr û yên dijber ji tundûtûjî, terror, sekterism, û nejadperestî re, û ji wan nerînên ku hemahengin bi rûmetên nûjen û piransîpên dîmokrasî û mafên mirovan re, û xebat dike bo despêkirina diyalogek rast derbarê mijarên cûdahî li ser yên ku rêgirên ji pêşketina komlgeha sûriya yê, û avakirina dewleta niştomanî wekhevî.
  • Despêkirina diyalogek cidî û kûr derbarê peywendiya Ayîn bi siyasetê û peywendiya Ayîn bi dewletê, dûr ji ew kategoriya sade ji aliyê (Îslamiya) û (skolarisma), û veguhestina diyalogê hêdî hêdî ji aliyê teywerî (Feqehî, Şerîî), bo aliyê praktîkî. Cîbecîkar, ku dê pêdivî hebe bi berferhkirina hevbeşî di navbera şepolên ronakbîr û siyset yên gelkpir di civaka sûriya yê de, û herwiha bo rêxistina peywendiyan di navbera hêzên siyasî de, daku ji alîberên sada dûrkevin, û dûr ji nakokiya pêpar dûrkevin, her wiha derfetê dide xebatek siyasî hemin li gor rêkeftinên serke derbarê dewleta nûjen û peywendiya ol bi dewlet û komlgehê re.

Siyemîn: Mijarên dê salonê wan Gotûbêj bike di Civînên xwe de

  • Nansnameya Dewleta Sûriya ya nûjen, peywendiya Ayîn bi dewletê ve, peywendî di navbera idiyolgiyên cûda de û dewletê; zimanwateya dewletê û zimanwateya ol.
  • Bingehên dewleta nûjen, û helwêsta tevahiya hêzên siyasî yên cûda ji dîmokrasî yê û pêdiviyên wê: veguhestina deslatê di riya hilbijartinan, mafên mirovan, azahiyên sereke, niştimanî, wekhevî…htd.
  • Serçaveya berhemdana deslatê û Sistema deslatdarî yê li dewleta nûjen de.
  • Cûdahî û wekhevî di navbera ol û skolarizmî de ji gele aliyan ve, azmûnên diyalogê di navbera îslamî û skolraizman de, astengiyên diyalogê û çareyên derbaskirina wan
  • Mijara azadiya bawerî yê, û azadiya pratika rêûresêm aiynî, û helwêst ji oldarên ayinên din.
  • Sistema yasayî di delwta nûjen de, û mijara sizyan.
  • Mijara ayina serokê dwelt, û cihê yasya îslamî di dewlt û zagonê de.
  • Mijara mafên jinê û rola wê di dewleta nûjen de, û helwêst ji serokatiya jinê.
  • Mijara etnîkî ya pir li sûriya yê û helwêst ji wan.
  • Mijara kêmênî û piranî
  • Doza partî û hêzên siyasî yên ku li ser bingeha ayin, ,mezhem, etinîkî.
  • Doza partî û hêzên siyasî yên sîoran derbas dikin (hêzên girêdayî bi derve re).
  • Doza komîteyên xêrxwazî û gelerî yên li ser bingehek eyînî yan netweyî yan herîmî avadibin û helwêst jê.
  • Hêzên teroristî çi ayînî çi idiyolgî, û helwêst li hember wan.
  • Mijara ronakkirina ayînî û rêformkirina zanista îslamî û pêdviya û alavên wê.
  • Astengiyên xwendina ayînî û serrastkirina rbaza perwerdeya îslamî li dibistan û zanîngehan.

Çaremîn: çawaniya karê Salona Kewakibî

Dê salona kewakibî çendîn civînan dirêjahiya sale li dar bixe. Ku keseyatên cûda lê bşdar bin ji şepol û hêzên siyasî cûda, ayînî, civaka sivîl, dîmokrasî, herwiha kesyetên rewşenbîr ş siyasetmedarên serbixwe.

Dê dû rengê civînên diyalogê hebin, civînên berfereh dê li welatên cûda bên li darxistin, û nêzî 20 keseyatî beşdarbin, û civînên diyalogê di riya enternêtê de ku nêzî 6 kesan lê beşdar bin, û kesên beşdarbûyî dê nivîsan pêşkêşkin wek vekolîn yan gotar.