Peymangeha Jimhuriya bo Rêbazên Vekolîna Zanistî di Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem ragihand li ser despêkirina xula dûwem di fêrkirina rêbazên vekolîna zanistî, Astê Yekemîn, ku dê di 17ê Kewçêr/ Çireyê pêşîna 2016an de despê bike. Xul “Kors” pêk tê ji beşê tiyorî/ bîrdoz bo dirêjahiya 8 hefteyan, û demek bo praktîkê dirêjahiya 8 hefteyan, bênvdanek di navebra wan de heye Dû heftî bo kesên fêrxwaz amade bin di pêşkêşkirina nexşa vekolînên xwe. Tê zanîn ku her fêrxwazek dê di dawiya xulê de vekolînek zanistî pêşkêş bike jêr saya peymangehê de, û li gor dê birwename ji aliyê rêveberiya peymangeha Jimhuriya pêşkêş be.
Xule dûwem li ser daxwaza Tora Jina Sûriya yê hat li darxistin bo hînkirina çalakvan û îndamên wê û rêxistinên pê girêdayî ve, daku amade bin bo vekolîn û raporan.
Û ji roja ragihandina wê ta roja 4ê Kewçêr/ Çireyê pêşîna 2016an foramn werdigire; wek tê zanîn ku biriyara komîteya wergirtinê dê di 10ê Kewçêr/ Çireyê Pêşîn bê ragihandin, daku di riya îmêlê/email de digel pêşkeşkeran de pêywendî bê kirin.
Li xuwar pêdivî û rêbazên pêwist bo wergitina xwendekaran:
1- Komîteya Rêveber:
A- Rêveberê Xulê: Profîsor Yûsuf Selame
B- Dr. Hazim Nehar
C- Mamosta Yûsuf Fexieldîn
D- Rêkxerê Tiknîkî: Mejdî Dawûd
E- Rêkxera Rêveberî: Xewla Duniya
2- Mijarên Xulê:
A- Pîvan û rêbazên vekolîna zanistîm çawaniya vekolîna zanistî, ew rêbaz çi ne, ew cîgirin?
B- Wateya ” rêbazên vekolîna zanistî”, pênasa wê çî ye, çima vekolîner dibe rêbazan di karê vekolînî de bikar bîne?
C- Regezên rêbazên vekolîna zanistî û astên vekolîna zanistî, rêbazên çawanî, rêbazên hijamr, rêbazên wesifdan, rêbazên taqîkirin, rêbazên dîrokî.
D- Piransîp û alavên pêwist bo cîbecîkirina rêbazên vekolîna zanistî: lojîk, bîrdoz, pênase, guherder, çîn û rêzdan, peywendî, sedem, yekîtiya şîrovekirinê, civaka vekolîn û nimûne, alavên komkirina zaniyariyan, berhevkirin û pêdeçûna zaniyariyan, hejmara praktîkî.
E- Cîbecîkirina rêbaza wesifdana hejmarê: nexşa giştî ya vekolînê, destnîşankirina pirsgirêka vekolînê, pêdivî, reng û taqîkirina wan, corên pîvanê û rengên amadekirina wê, alavên komkirina zaniyariyan (hevdîtin, tîbînî, serjimêriyarî)
F- Piransîpên vekolîna wesifdana çawa yî.
3- Dirêjahiyên Xulê:
A- Dirêjahiya xulê: 18 heftî ne.
B- 16 fêrdan di 8 hefeyan de, dû fêrdan di heftî yê de, dirêjahiya fêrdanê 90 xuleya, di riya înternêtê de.
C- Bernameya PowerPoint bikar tê bo şîrovekirinê.
D- Serrastkirina vekolînên xwendvanan.
E- Radestkirina berwenameyan ji xwendanên serkeftî re û belavkirina karên wan.
4- Belgenameyên pêwist:
A- Nameyek bo rêveberiya peymangehê diyar dike sedemên ku ew dixwazê di xulê de amade bibe, û herwiha hêviyên wî: Nav, Cih û Çaxê dayikbûnê, Welatê niştecê(niha), Xwendin (berwename), Azmûn (Kar, Rapor û vekolîn).
Dê dema fêrdana û navê beşdarî yan û mijaran dê di 15ê Kewçêr/ Çireyê Pêşîna 2016an de dê werin ragihandin.
Daxwazname bo:
join@republicinstitute.org
bo Pirsiyarî:
contactus@republicinstitute.org