Ew Xota Şamê ye, yaku jêr saya dar û beruwan e, û wek dara Gûzê bi bilndahî diyar dibe; wek mêweya zerdero, û wek germea dilê miletê xwe, wek merdbûne zeytûnên xwe, ku zeyîtûn wateya nûjen kirina jiyanê tê, ku dilopên wê li ser eniya şehîdan çirisênê, di dema nimêjker dibêjin ” we eltînî we elzeyîtûnî”.
Û di çarçoveya bernameyên piştgîriya diyalogê û geşepêdana çandê û şaristanî yê, Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem ragihand bo despêkirina ” Mêzgirta Zeyîtûn bo Diyalogê li Xûta Şerqî”, û li dawî dirêjahiyên girêdayî bi karûbarên vê Mêzgirtî:
Mêzgirta Zeyîtûn bo Diyalogê li Xûta Şerqî
Armanca Mêzgirtê bo avakirina diyaloga siyasî civakî û ronakbîrî derbarê mijarên Sûriya yê di çarçoveya bernameyên Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem bo piştgîriya diyalogê û geşepêdana Çand û Şaristanî yê, bi taybet di nav gencên Sûriya yê de yên li hundur, û dê nivîsengeha xwe li Xûta Şerqî be.
Armancên Mêzgirtî û bernameya kar
Armanca Mêzgirtê gengeşekirina pirsgirêkên raman, siyaset, civak yên pêwist bo doxa Sûriya yê çi li derve û çi li hundur, bo berhemkirina xwendin û pêşniyar û çareserî guncawû, herwiha armance xwe di dîtina peywendiyan di navbera encamên xwe û ew rêxistinên din yên ku di vê mijarê de kar dikin, daku tevahiya aliyan ji xwebata hev sûd bigrin.
Mêzgirt zincîrek mijar û babetan pêşniyar dike, dê her heyîv wek cîvînekê yan fêrdanekê , û dê çend mijaran gotûbêjbike:
Rewşa Xûta Şerqî û dehatiyên wê, nakokî di hundurê Xûta Şerqî de, Xebata rêxistinên sivîl, rewşa siyasî ya sûriya yê, mijarên xwendin û perwerdeyê, rewşa jina Sûrî di Xûta Şerqî de, gencên Xûtayê û rol û paşeroja wan, rewşa zarokên sûriya yê û astengiyên wan li Xûta yê, mijarên çand û ramanê…htd.
29ê Rzber/ Êlûn 2016