Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem, asoyek nû ji bernamekarên xwe zêde kir, ku ew mijûlî geşepêdana çandî û pêşketina rojnamevanî ye, di riya ragihandina çapxane ye bi navê Meyselûn, ku li bernameyên navendê zêde dibe, wek bernameyên kampên ragijandinê, û saziya raiya giştî, û bernameya piştgîriya diyalog û geşepêdana çand I civakê, û bernameya paşeroja Sûriya yê.

Mamosta Fadî Kehlûs, rêveberê şaxê Navenda Harmoon li Întabê, anî ziman, ku çapxana Meyselûn, ku hemû mafên navê xwe parastî ye jêr yasaya Turkiya yê, dê karên navendê çalakî û zîndîbûnê pitir bik di belavkirina behemên ronakbîrî yên hoşdariya dîmokratîk bilind dike, heriwha, dê asoyek nû be bo berhemên ronak bîrî yên piştgîr ji civaka sivîl re, li gor nasnameya niştimanî ya sûrî.

Her wiha, heman jîder got, ku pilanek giştî heye bo karûbarên çapxanê, û berdewam kir, dê despêkirin ne dûre di belavkirina pirtûke yekem ji çapxanê, jêr navê Meyselûn.

Tê zanîn, ku Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem, pirtûkek çap kirbû, derbarê qûnaxa veguhestinê li Sûiya yê.

Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem, dezgayek serbixwe ye bo vekolîn, çand û ragihandinê, ne sûdmend e, mijûlî berhemkirina lêkolîn û vekolînên girêdayî bi herêma erebî ve, û bi taybet derbarê Sûriya yê, û armancên xwe cîbecî dike di riya şend yekîniyan de wek (Vekolîna Siyasetan, vekolînên civakî, pêdaçûna pirtûkan, pirtûk, wergêrandin, nerînên yasayî… htd), her wiha çend bername karên girin wek (rawêjdarî, despexşeriyên siyasî, kamên ragihandinê, pilansaziya raya giştî, piştgîriya diyalogê û geşepêdana çand û civakê, û bernameya paşeroja Sûriya yê… htd).