Naverok

Pêşgotin

Yekemîn: Heleb, Mebest û Armanc

Dûwemîn: Ew Astengî ye yan jî Serhişkbûn e?

Sêyemîn: Deslatweriyek Berferh dibe

Çaremîn: Pirsiyarek Kevnî Nû

Pêncemîn: Şerekî Tevlîhev

Şeşmîn: Dû Pirojeyên Nakok

Heftemîn: Pîvanên Rojev ê

 


Pêşgotin

Di çend salên rabhûrî de, Sûriya bû qada Îranê bi kar tanî di bazar û gefên xwe li ser Civata Navdewletî, derbarê gotûbîjên doseya Atomî, û ji ber giringiya rejîma Asad bû Îranê wek belgeyekî di pirojeya wê de, ew piştgîr û hebûna Îranê di Sûriya yê de normal bû, nimaza, ku Rejîma Asad alavek giring û çalak di pêdakirina tevlîhevî yê li deverê û li devera Erebî bi giştî.

 

Yekemîn: Heleb, Mebest û Armanc

Di Mijdar/ Sermaweza rabhûrî de, li paytexta Turkiya yê Enqera, civînek hat li darxistin di navbera serkirdyên opezsiyonê li Helebê, û berpirsên Rsûiya yê, bo pilana (Turkiya- Rûsiya yê) gotûbêjbikin, ku çend xalan li xwe digre; ragihandina Aigrbestê, paş re, damezrandina (rêveberiyek Xweserî) bo taxên rojhilata Helebê. çend jîderên opezsiyona Sûriya yê tekez kirin ku Rûsiya yê di destpêk de ew pêşniyar pesend kir, her wiha opezisiyonê ji aliyê xwe ve ew pêngav dît wek derfetekê di diwar de, daku hêla rojhilatê bajar rizgar bikin, û bajar dûrbixin ji ziyanek mezintir. Lê li gor çend serkirdeyên çekdarî ku di civînê de amade bûn, diyar kirin ku Îran gefê dike di riya alavên xwe yên taybet, ew rêkeftin di navbera Rûs û Opezisiyona Sûriya yê ya derbarê rojhilata Helebê ne çe serî, û di nerîna wan çavêdran de, dê Îran di hewlên xwe serbikeve.

Civîn hat li darxistin paş 10 rojan ji ragihandina Kirmlênê bo dûrxistina bajarê Heleb ji bordûman kirinê, bi hinceta wêrankirina cebelxane û baragehên (Bereya Fetuh-Elşam). Û alîgirên wê.

Ew Hewlên Îranê, diyar dike ku cûdabûn heye di navbera berjewendiyên Îran û Rûsiya yê de derbarê Helebê û derdorên wê, wek nîşankê di hebûna cûdahiya stratîjî di navbera Îran û Rûsiya yê li ser Sûriya yê bi giştî, tevî ew hemahengiya çekdarî di navbera wan de, û tevî pesend kirina her alî ji helwêstên aliyê din re, û tevî ku herdû alî hevbeşin di mijarên sereke de, wek helwêsta wan derbarê çarenivîsa Asad, û hêviya wan di pêkanîna bereyek berferih şiyana xwe hebe li hember bereya herêmî û navdewletî ya piştgîr ji opezisiyonê re û dilxwazê rejîma Sûriya yê ne, lê çend nakokiyên par- yan giştî di navebra Teran û Mosko li ser xaka Sûriya yê wêneya aloztir dike, û dergihan li ber pirsiyaran vedike.

 

Dûwemîn: Ew Astengî ye yan jî Serhişkbûn e?

Di 26ê Mijadar/ Sermawezê de, serok Erkanê Artêşa Îrana Liwa Muhamed Baqirî got: pêdiviya Îran heye bi wêstgehên derya yî li navçeyên dûr, ku dibe wêstgehan li Sûriya û Yemenê ava bike, û tekez kirk u dibe bi awakî lez di vê mijarê de kar bikin, ku hebûna wêstgihên derya yî (ew giringtir e bi dehan caran ji tiknolociya atomî), ku ev gotin hatin daku li ser dirêjahiya ragihandinên berpirsên Îranê derbarê rengê dilxwestina Îranê li deverê bi giştî û li Sûriya yê bi taybet.

Pêş 3 rojan, wate di 23ê Mijdar/ Sermawezê de, Mihemed Riza Neqdî, serokê hêzên Pasîj yên girêdayî bi hêzên parîzvanên şoreşa Îranî ve, aşker kir, ku Husên Hemdanî, serkirdê wê sazî yê, ku li ser destê opezisiyona sûriya yê li Helebê hat kuştin, di despêka şoreşa Sûriya yê de, pêşniyar kir bo damazrandina nimûmeya hêzên Pasîj li Sûriya yê,  di vê derbarê de jî, rojnameya (Şerq) ya Îranê got, ku ew hêz hatiya avkirin û wek li Sûriya yê wan bi nav dikin bi (Şebîha), wek hêzên Pasîj li Îranê kar dikin, bi binpêkirina çi tevgerek li dijî Xamenayî yan siyasetên rejîmê. Û berdewam kir ku rejîma Sûriya yê çi nerîn pêşkêş nekir derbarê vê yekê, lê paş ew serkeftênê ku vê hêzê bi dest xistin, rejîmê pêşwazî lê kir û daxwaza berferhkirna wê kir, her wiha tekez kir ku ew serkeftinên çekdarî li Sûriya yê hatin paş drustkirina wan Milîşiyan (Pasîj) li Sûriya yê, her wiha destnîşan kir ku rejîma Asad di despêkê de merc kir ew hêz ji tayfa Ewlewî bin, lê paş demekê pesend kirku girûpên din ava bibin û tevahiya rengên Sûriya yê I xwe bigre. Û derbarê vê yekê çi beretk ji aliyê Rûsiya yê ve derneket.

Pêş çend rojan ji wê yekê, ku di 13ê Mijdar/ Sermawezê, Mîlîşiya Hizbulah ya Lubnanî, û ya girêdayî bi Îranê ve, li devere Qisêr ya li gundwarên Humsê pêşandenek leşkerî li dar xist, bi amadebûna serokê encûmena cîbecîkar ya partî yê Haşim Sefî yeldîn, digel çendîn serkirdeyên çekdarî ya îranî. Ku çendîn wêne hatin belavkirin derbarê ew çekên giran û topxane û tank û otombîlên çekdarî, ku ew pêşandan hat li darxistin bi bone (roja şehîd) yaku salene şahî dike, û ew cara yekemîn e ku partî li Sûriya yê hêza xwe dide nîşan dan bi vî away î, û cara yekemîn e aşkere dike ku hêzên wî ji asta mîlîşiyan hatin guhertin bo artêşek fermi, wek guhrtinek di astê nerîna çekdarî ya partî yê, yê ku pêş niha her red kirk u ew di şerê Sûriya yê de beşdar dibe ji 2012.

Ew pêşandan hat wek nameyek ji partî yê ku dê li Sûriya yê bidûmîne, û ew xwedanê artêşek bihêze lê bile ji artêşa sûriya yê ya niha bihêztir e, û tevî ew bandora xwe li ser hevbendê xwe li şamê hebû ku zêdekirin li ser serweriya wê li ser Sûriya yê, û tevî wiha û çend ragihandinên tund yên din, dîsan Rûsan derbarê vê yekê bê deng bû.

Berî vê yekê bi çend hefeyan bi taybetî di 29ê Cotmih/ Kewçêrê de, Ahmed Alesedî, berdevkê elalata Şêî (Miîlîşiya yê şêî ku digel artêşa Îraqê şer dike) ragihand, ku ew paş rizgarkirina xaka îraqê bi temamî ji (komên çete), ew dê li dû wan berdewam bin di nav xaka Sûriya yê de jî, û tekez kirk u dê milîşeyên wan digel hêzên asad de şer bikin paş bi dawî anîna şerê Mûsilê, bi hinceta ûer dijî komên çete, ew pênaseya ku rejîma Asad rêxistinên tundûtûj bi nav dike, wek Rêxistina Dewleta Îslam û giropên opezisiyona Sûiya yê jî, ku dîsan Rûsiya yê çi bertek nîşan ne de.

 

Sêyemîn: Deslatweriyek Berferh dibe

Bi rastî, çi guhertin di hebûna Îranê, ya çekdarî û siyasî, li Sûriya yê û ne bû, ji bilî ku Teranê di 22ê mijdar/ sermawezê, û li ser zimanê Mihemed elî Şehîdî Mihelatî, srokê saziyan şehîdan û şerkerên dêrîn li Îranê, ku hejmara kuştiyên Îranê yên îndamên milîşeyên şekdar ku li Sûriya yê şer dikin pitir ji (hezar kuştî), her wiha Îranê hebûna xwe çekdarî neveşart wek nîşanekê ku dikare bi dilê xwe bike.

Di vê çarçovê de, ne diyar hijamra ew kesên ku li Sûriya yê şer dikin jêr saya Îranê, ku ji bilî bi sedahe serbazên pile bilind ji hêzên parastina şoreşê, ku wek rawêjdarên çekdarî tên binavkirin, bi hezareha çekdar ji Îraq, Afxanitan, Pakistan û ta wekû Afrîka yê, Îranê ew bi çekirin daku hebûna xwe ya çekdarî bi hêz bike, û navê (parêzerê Merqedên Ahil Elbît) li wan dike, wek nîşanekê li ser ew cihên şêî yên pîroz li Sûriya yê, û ji wan yê herî girin Liwa (Fatimiyon) yê Efxanî, Liwa (Zeynebiyon) yên Pakistanî, û Liwa (Ebû Fedil Ebas) yên Îraqî û (Seraya Telîa Xurasanî) ku ji gelek aliyan pêk tê..

Û be bêyî zaniyariyên rast derbarê hijmara şekdarên Şêî yên jêr saya Îran, lê li gor çend jîderan ew dikevin 66 girûp, lê çend tê texmînkirin ku hejmara çekdarên şêî yên Îraqê nêzî 20 hezar çekdar, hejmara çekdarên Hizbulah yê Lubnanî pitri ji 10 hezar çekdarî ye, her wiha çekdarên Efxanî û Pakistanî jî û hejamrek ji serbazên pila bilind ji artêş û pasîjê Îranê.

Tevahiya van hêz û girûpan ku Îran wan henardeyî Sûriya yê dike, tekez dike ew gotina wezîrê zaniyarê Îranê yê berê Elî Meslehî ku sala rabhûrî got, ku şoreşa Îranê (sînoran nasnake), her wiha peyvdanên rawêjdarê srokê Îranê bo karûbarên kêminiyan Elî Yonsî, ku got: ku Îran vedigere wek Îmratoriyek wek çawa li dîrokê bû û paytexet xwe li Bexdayê bû.

 

Çaremîn: Pirsiyarek Kevnî Nû

Ji sala 2015an ve, çendîn raporên Erebî û biyanî hatin belavkirin, tekez dikin ku deslatweriya Îranê ya siyasî li Sûriya yê vedkêşe beramber berferhbûna deslatweriya Rûsiya yê, û nîşan dikir ku her wiha deslatweriya çekdarî ya Îranê paşve vedger bo berjewendiya çekdarî ya rûsiya yê, lê belê çend raporan diyar kirk u Îran des bi kişandina çekdarên zêrîn yên girêdayî bi hêzên parastina şoreşê ji Sûriya yê kir, jêr gefên Rûsiya yê, û wiha dît ku cûdahî yek di navbera herdû hevbendên rejîma Sûriya yê de hene.

Lê tevahiya nîşanên ser xakê diyar dike wiha tune ye, ku hêzên Îranê berdewamin di hatina bo sûriya yê de bo beşdarbûn di şer de, her wiha çekdar ji Îraq, Lubnan, Efxanistan û Pakistan yên şêî û alîgirên Îranê di herikin bo piştgîriya Asad. Ku Sûriya bû komcivîn ji hezare ha çekdarên girêdayî bi îranê ve, ku jêr saya û stratîjiya wê ya çekdarî şerdikin be bê çi peywendî bi Rûsiya yê vey an Rejîmê ve.

Nerînên çavdêrên Sûriya yê derbarê paşvedana rola Îranê ji hev cûda bûn, nimaza, paş destwerdana çekdarî ya Rûsiya yê di şerê Sûriya yê de, ku nerîn hebûn ku ev yek ne rast e, û nîşan dank u rûla Îranê wek xwe ye, û diyar dikin ku çi briyar ji aliyê Rûsiya yê ve tune ye ku deslatwriya Îranê bi dawî bike li rojhilata navarast, ku ew qadek giring ji Rûsiya yê te, lê pirsa astê destwerdana Îranê di Sûriya yê de paş destwerdana Rûsiya yê, çi bersive jê re tune ye.

 

Pêncemîn: Şerekî Tevlîhev

Rejîma Asad şoreşa dijî wî guhert bo şerekî tevlîhev, bi gotinekî din bo şerên tevlîhev, şerê Rûsiya yê bo vegirandina deslatweriya navdewetî paş (bîrostrîka) û herfandina Yekîtiya Sovîyet û ketina biriyara siyasî ya Rûsî di destê mafiya de, û şerekî Îranî ku bû newte farsî şer dike û dikeve jêr Heyva Şêî, ku (karîdorê) bo teranê vedike li ser derya spî û kontrola deverk berferh dike, û şerekî din di nav bera dewletên deverê yên ki dixwazin rola wan li deverê hebe, û şerekî çar ya Amerîka yê ji derve ve diyar dike ew  şer dijî terorê û rêxistinên girêdayî, û ji hundur ve lawaz kirina tevahiya hêzên berê li deverê, daku rewşek aram bo îsraîlê ava bibe, ji bilî şerê serke yê ku rejîm li dijî opezisiyna wî û miletê wê.

Di van şeran de, xebata herî veşartî ya Îranê bû, Îranê jêr perdê pirojeyên xwe yên siyasî bi kar tanîn, Rûsiya di armancên xwe de zelal bû, her wiha Amerîka di armancên xwe de, tenî Îran xebat dikir bo cîbecîkirina armancên neteweyî bi rengê olê, û her dem kar dikir li dijî ew aşkereyên ku diyardikir, ku çend caran di ragihandinên xwe derew derket wek pêştgîriya çekdarî ji Asad re yan jî hebûna girûpên çekdar yên tayîfî.

Ew siyaseta gurkirina tayîfî yaku Îranê li Sûriya yê birêve dibir, gihişt astê tawanên dijî mirovatî yê li gor yasayên navdewletî, ku rêvekir ji rêxistina dewleta îsalamî – be pêpere- ku hêsankerî kir tevahiya erkên wê, ku car caran wek hestekî diyar dikir ku hemahengê di navbera wan de heye, ku her cara ku Rêxistina Delwta Îsalmî berferh dibû, girûpên opezisiyonê di şikestin û hêzên rejîmê vedikişan be bê şerûpevçûn, û paş re Daiş bi xwe vedkîşe daku rê bide ew milîşeyên girêdayî bi Îranê ve wê deverê kontrol bikin. Her wiha wan milîşeyan opersiyona guhertina dîmografî li deverê pêkanîn, ku ew yek bû sedema nakokiya çekdarî di navbera Îran û Rûsiya yê de.

 

Şeşmîn: Dû Pirojeyên Nakok

Çend nerîn hene dibêjin ku destwerdana Rûsiya yê di Sûriya yê de li ser daxaza Îranê hat, di demekê de ne Îranê û ne Rejîm karîbûn kontrola çekdarî li ser erdê bikin, û tevî ew weberhînana Îranê ji aliyên darayî, siyasî û çekdarî, lewra destwerdana Rûsiya yê perdak siyasî ji milîşeyên tayîfî yên girêdayî bi Îranê ve pêda kir, ev nerîn digel nerînek dine de ku tekez dike liser ku pirojeya Îranê bi hev re yeke, ager xalek ket dê tev bikeve, lewra, weberhênana Îranê di pirojeya (Hila/Heyva Şêî) pitir ji tevahiya pirojeyên din bû, ku Îran amade ye digel çi alî de kar bike bo serketina pirojeya wê.

Lê Rûsiya, û ji dema biriyara wê daku destwerdanê di Sûriya yê de bike, stratîjiya xwe cûda bû ji stratîjiya îranê, ku Rûsiya mamle digel doza Sûriya yê de kir wek ew hêzek mezine û ew dixazê bibe zilhêzek cîhanî, û xwedan deslatwerî li Rojhilata Navîn paş ew di Lîbiya û Yemenê de wenda kir, li hember w stratîjiya bê dengî ya Îranê ku berferh dibû, ku ew yek jî cihê nerazîbûna Rûsan bû.

Nerîna Rûsiya yê avadibe li ser kontroll kirina artêşê, û nû rehabîlitasyona wî, nimaza ku Rûsiya yê dît ku artêş ta çi astî lawaz e, û hewl dan daku parên mayî rizagar bike û meşq bike û rêxistin bike paş bû wek milîşiyak çekdarî, û Rûsiya nerîna xwe ava dike li ser çendîn afserên pile bilind di nav artêşa Sûriya yê de ku alîgirên wê ne, ku ta astekî guhertin di serokatiya hêzên nobedariya komrarî kir her wiha di stafê taybet yl serok de, her wiha piştgîriya avakirina Feyleqa 5an kir, wek hewlekê di yekgirtina ew giropên çekda û artêşê daku kontola tevan bike, û ew milîşeyên Efxanî û Îranî dûr bixe, û ev yek Îran li dijî xebat dike ku ew dijî pirojeya wê ye.

 

Heftemîn: Pîvanên Rojev ê

Manorên Rûsiya yê li Sûriya yê dijberin bi manorên Îranê, ku Rûsiya yê biriyar da ku bajarê Heleb dûrbixe ji bordûmankirinê, paş re biriyar da ku digel opezisiyonê gotûbêj bike li gor pilanek tirkî paş re (Rêveberiyek Xweserî) li taxên rojhilata Heleb li dar bixe, ji ber ew dizanê ku rejîm hêza xwe tune ku derbasî wan taxên rojhilatê Heleb ê bibe û karibe kontrol bike, tê wate ye ku şikestina opezisiyonê dergeh vedike ji milîşeyên Îranê ku bajar dagîr bikin û kontrol bikin, û ev yek ne li gor stratîjiya Rûsiya yê e, lewra biriyar da ku alavên xwe amade bike daku rewşê li rojhilatê Heleb asayî bike, û opersiyoan dagîrkirina taxan ji aliyê hevbendiyên Asad rawestêne, , her wiha, pêşniyara nûnerê navdewletî Stîvan Dêmistoa di heman çarçovê de bû , ku pêşniyar kir Rêveberiya Xweserî li hember derketina çekdarên rêxistinên tundûtûj, lê rejîmê ew yek red kir ku li gor dilê Îranê bû.

Hişiyara Îranê ku dê rola wê li Sûriya yê bê kontrolkirin, nimaza ji Rûsiya yê, wiha kirk u Îranê ragihand ku ew dê nêzî 100 hezar ji hêzên pasîj xwe amade krin bo Sûriya yê bişîne, her wiha ragihandina berprisê elalata şêî li Îraqê ku dixazê derbasê Sûriya yê bibe paş dawîkirina şerê Mûsilê daku piştgîriya rejîma asad bike di cenga wî ya pîroz de, û ragihandina wê di avakirina bargehên çekdarî, herwiha ew nimayîşdana Hizbûlah li Qisêrê, ku ne bi hêsanî ye ku Îran teslî bike yan rola wê bê kontrolkirin, yan ji dev sûriya yê berde ku dikeve jêr pirojeya wê ya netewyî de.

Diyare rêkeftina navbera Rûsiya û Îranê de tenê wek perdakê bi ser nakokiyên sereke, ku diyar dibe li Sûriyayê, û ager heye aşkere bibe, lewra herdû alî hewl didin ku veşêrin, ji ber aşkera bûna wan cûdahiyan dê herdûwan lawaz bike, ager aşkere bû, dê rûsiya pirojeyên cîbecîbike bi çi away î be, û dê rengekî ji deslatweriya Îranê li Sûriya yê desnîşan bike, lê tevî wiha dê nakokî hebe.

Di çend salên rabhûrî de, Sûriya qada herî xwînrijand ku Îranê ew bi kar tanî bo gefê li ser civata navdewletî bike derbarê gotûbîjîn doseya atomî, û rejîma Asad alava herî giring bû, ku noramal bû Îran piştgîriya vê rejîmê bike, nimaza, ku ew dizanî ew alavek alavek çalek e ku di riya wî re dikarê tevlîhevbûnê li deverê berdewam bihêl e, û li devera erebî bi giştî. Û diyare epiştgîre bi dudiliya Asad ji aliyê Rûsiya yê ku ew metirsî dara ji dev berde di qûnaxên bê de.

Ta niha çi nîşan tune ne ku dê Îranê bi awakî positîv xebatê dike stratîjiya rûsiya yê li sûriya yê bike, lê belê be pêçewanî, diyar ku asad û Îran dibînin ku kontrolkirina tevahiya ew alavên qerêj dinav de 66 giropên tayîfî dê derfetek be di xortkirina helwêsta wan de, li hember pilana rûsiya yê ku red çi kes di odeya opersiyonên çekdarî beşdar nebe ta bighêja çareseriya siyasî, lewra dê hevbendiya Asad- Xamanayî bidûmîne bo pirojeya tayîfî, û manebûna asad tebha rê di destê wan de, û pêşniyar heye ku dê nakokiyên siyasî di navbera îran û Rûsiya yê de gur bibin.