Naverok

Pêşgotin:

Yekemîn: Îran û Henardkirina Şoreşê û Milîşyan

Dûwemîn: (Hizbûlaha) Lubnanî, Azmûna Îranê ya Serketî

Sêyemîn: Îraq Kurka Mêlîşiya ya

Çaremîn: Sûriya li ser Rêça Îraqê ye

Encam

 

Pêşgotin:

di dema dawî de, diyardeya milîşên çekdar belav dibe li deverk agirpêketî, û pêwiste agehdarî bêkirin derbarê metirsiyên wê, ne tenê derbarê ew komkojiyên ku dikin di wan dewletên ku lê wir çalakin, û ne tenê ku metirsî û gefên wan li ser hizra dewleta niştimanî û artêşa niştimanî heye, lê belê ku ew gefê dike li ser yekîtiya civakê, ku şoreşê buhara erebî nîşan da ku ta çi astî ew lawazin, ji ber ku mêlîşeyên li ser bingeha bawerî û stembariyên dîrokî avadibin, li hember stembariyên siyasî bi sedema rejîmên zordar yên ku deverê kontrol kirin di qûnaxa dagîr kerê nûjen de, û herdû stembarî xwedî dibin ji tayîfetê, ku caran sere xwe di rake di qûnaxên dîrokê yên mezin de; û ev yek nîşan dide li ser şikestina dewleta niştimanî di parastina yekîtiya civakê û serrastkirina wê, ku ew dewlet bi xwe bû qurbaniya rejîmên şekdarî û zordarî, deslat danî li ser dewletan, û civak dûrxistin, û azadiya giştî binpêkir, û yasa giştî bê nirx kir.

 

Yekemîn: Îran û Henardkirina Şoreşê û Milîşyan

Îran ji rojên despêkê paş serketina şoreşa Xumeyînî di Sibat/ Resmî 1979an de, rêbaza dûrxistina artêşa fermi kir, û xebat kir li ser pêkhateyên ne fermi, ku gencên îranî yên dilxwazê şepola ayînî bûn li xwe girt, ku yekemîn komên wê (Hêzên Amadekirina Gelerî- PASÎJ) ku di riya wan de rejîma îranê tevahiya opezsiyona hundur yaku hevkarên wên bû digel de di şeikanidna Rejîma Şah de, wek (wek Tevgera Mujahdî Xelq) û Partiya Komnist ya Îranê / TODE. Û ta niha, hêzên PASÎJ ê, alava herî giringe di parastina rejîma Îranê ya sioyqratî, û diyar e ku berhemên wê yên herî giring di zordarî ye serhildana Kesek ya Îranê di 2009an de, ku hat pêxistin paş tometên çewtkirina encamên hilbijartinan û serketina ahmedî nejad û şikestina husên mîr moseweyî. Ku hêzên pasîj yên girêdayî bi rêberê giştî yê şoreşa îranî Elî Xamenayî girîdayî ye- bi hezaran gencên îranê kuştin yan binaçvkirin; û nîşana herî balkêş ji mezin û xortbûna wê di civaka îranî de, ragihandina serokê wan Mihemed Baqirî di heyva rabhûrî de (hijamara hêzên pasîj 25 miliyon ji hejmara miletê Îranê ku 80ê miliyon e, û ew hêz amade ne ku bi sedhezar çekdar henarde yî Sûriya yê bike, ager rêberê giştî psend kir), her wiha ev hijmar nîşan dide li ser kûrbûna nerîna çekdarî yê di civaka îranî de.

Xala dûwam ku şoreşa Xumeyînî rêza wê girt, henardkirina şoreşê bo derveyî îranê, ku ew nerîn sedema sereke bû di şerê Îraq- Îranê de ku dirêjahiya 8 salan me, û bû wêrankirina samanên herdû welatan, û bi sed hezar serbaz hatin kuştin, berî ku Xumeyînî (Peyala Jehrê) vexwe, û şer rwaesta. Lê Xumeyînî û alîgirên wî, ji dev herardkirina şoreşê, ku rêbazên cûda cûda pêkanîn, li ser bingeha mêlîşên mezhebî, li wan welatên ku ager heye bi sedema çawaniya pêkhatina civakê, ku ev mêlîşî dibin alavên pirojeya berferhkirina Îranê- bi rengê mezhebî- ku îran li xwe digre meşq û rahînkirin û piştgîriya wan.

Yekemîn nîşanên vê narînê pêkanîna spayên şoreşa îranê ji çekdarên pasîj, ku di şerê Îraq- Îranê de beşdar bû û azmûnek şer wergirtin. Ku ji hêzên spayê şoreşa Îranê- wek mezintrîn û bihêztrîn mêlîşeyên îranê hevşan hêzên fermi wek artêş û asayîş û polîs, û baştrîn çekkrin, û kontrola beriyara ewlehî û ya abûrî jî- hat xwestin ew alavê kontrola hundur û civakê bike, her wiha hat xwestin ji bihêztrîn yekînên wê (Feylqa Qydis) bi serkirdeya Qasim Silêmanî yê navdar, destê Îranê be li derveyî sînorê Îranê, û bapend be bi pêkanîn û meşqkirin û rêberiya mêlîşên cûda yên bi îranê ve girêdayî, bi taybet li Lubnan, Îraq, Sûriya û Yemenê û dewletên din, û çend dewletên girava erebî.

Herwiha îran xebat kir li ser komkirina opezsiyona Îraqê ji Şêî yên bazdayî ji zordariya rejîma Sedam Husên di yekîniyên serbazî, ku beşdar bûn di şer dijî artêşa Îraqê digel hêzên Îranê, û yekîniya herî navdar (Feyleq Bedir) ya girêdayî bi (Encûemena Îslamî ya bilind) bi serokatiya Emar Alhekîm, û (Hizbûlah) ya îraqî yê girêdayî bi parta Dawe ya Îslamî bi serokatiya Nûrî Malkî.

 

Dûwemîn: (Hizbûlaha) Lubnanî, Azmûna Îranê ya Serketî

Paş dagîrkirina Îsraîlê ji Lubananê re, û dorpêçkirina wê di havîna 1982an de, bi dawî hat bi derketina Rêxistina Rizgarkirina Filestînî ji Lubananê ber bi Tunis û Yemena Başûr, û vekişandina artêşa Îsraîlê ber bi başûrê Lîtanî , Îranê dest bi priojeya damezrandina (Hizbûlah) bi darştina giropên Şêî, û aw çalakvanên şêî ku şer digel rêxistinên filestînî dikirn, ku – di dûmahîyek dirêj de- sê hezar hêzên spayê şoreşa Îranê belav bûn, ku bi alîkariya rejîma sûriya yê li Lubanaê ew girûp bi rêxistin û meşqkirin û piştgîrî kirin; û tenê (Hizbûlah) wek hêza bergirî desnîşankirin, û nerîna berxwedana niştimanî li xwe pawankir, ji bilî miletê û Dewleta Lubnanê, bi dare zorê. Û paş rêkeftina Tayfê û bi dawî anîna şerê sivîl, çekê Hizbûlah bi asayî hat destnîşankirin ji dervî deslatdariya dewletê. Û bi vekişandina Îsraîlê ji başûrê Lubanaê di sala 2000an de, partiyê berê xwe da mijara rewşa siyasî ya lubnanî, û bû dewletê di hundurê dewletê de, ew biriyara şer û aştî yê dide, û dewletê ji kar dixe, û nerine xwe bi rêve dibe bebê çi rêgirî; ku li xwe girt ew sêyemîna ji karxistin di hukmeta lubnanî de li gor rêkeftina Doha yê, paş dagîrkirina Beyrûta Rojava di 7ê Gulana 20008an de, ku çekên xwe rûberûyê hundurê Lubnanê kir, ku caran partiyê di got çekên wî tenê bo bergriya lubnanê ye li dijî îsraîlê.

Paş şerê 2006an, û ew serkeftina xwedayî, û vegirandina hêzên wî bo bakurî Lîtanî, piştgîriya Îranê bo hizbûlah zaftir bû, û erkên derve hatin li ser astoyê wî wek rahînkirina mêlîşên îraqî yên kevin û nû bi sedma ew şerê ku rûda di salên 2004- 2006an de paş bombekirina merqeda îmamê Elî alhadî û Hesenê Eskerî li Samare yê.

(Hizbûlah) azmûna Îranê ya herî serketî ye di warê çandina mêlîşên mezhebî de, di çarçoveya berferhbûna wê ya netewyî de, her wiha ew wek baskê çekdaî yê rate ji ssupayê parastina şoreşa îranî re. Îran ew partî tevlî şerê Sûriya yê kir bo rûberûyê şoreşa Sûriya yê û parastina rejîma Sûriya yê. di despêkê de bi hinceta parastina (merqedên şêî), lê paş dagîrkirina Qisêr di 2012an de, hebûna xwe aşker kir li tevahiya xaka Sûriya yê, ta stekî ku spart partî rêveberiya tevahiya ew milîşên şêî yên ku Îranê şandin bo alîkariya rejîma Asad, tevî cora û cora regezên wê ji Îraqî, Afxanî û Pakistanî û Yemenî. Di vî warî (Hizbûlah) bû serê rime di şerê rejîma Sûsiya yê li dijî miletê wî, ku gelek tawan û komkojî li darxistin, û pêvajoyên guhertina dîmografî li seranserê sînorê Lubnanê li darxistin, bo parastina rêyên pêdiviyan. Lê belê bi gelekbûna ziyanên ku dîtin, bi kuştina kadirên pila bilind, wiha kir ku partî pêdaçûnekê bike di pilankaraê xwe de, ku tenê li xwe girt rêveberiya mêlişiyan li başûrê Sûriya yê, û vekişa li gelek deverên din, ku (Mêlîşêya Bedir) û (Mêlîşsiya Alnujebaa) yên Îraqî arkê serke li xwe digre li şerê Helebê û bakûrê Sûriya yê bi giştî, ku rêveberiya wan di destê spayê parastina şoreşê.

(Huzbûlah) tevahiya aliyên girêdayî bi şerê Sûriya yê şok kirin di 11ê mijdar/ sermawezê de dema li bajarokê Qisêr ya Sûrî, yekemîn û mezintrîn xwepêşandan çekdarî bo hêzên xwe li dar xist, ku çendîn çek ş teqemeniyên pêşketî di nav de çekên Amerîkî bûn, û yekîniyên şer. Diyare partî dixwest gelek nameyan rê bike bo gelek aliyan wek aliyên navdewletî û herêmî herwiha bo Sûriya yê û helbet bû Lubnanê jî; diyar e ku ew wek nameya Îranê bû.

Dibe name yekemîn û giring bo civata navdewletî be, ku dû aliyan li xwe digreK yekemîn çavserkrina li ser şer dijî terorê, rêxsitinên cihadî yên sunî wek Daşê, wek hêvî daku wek aliyekî bê destnîşan kirin di vî warî de, bi sedema şiyanên xwe, ku li xwe digre nerîna nû-rahabilisiyona rejîma sûriya yê jî, ew jî li gor ragihandinên Serokê Amerîka yên yên nû Donald Trump, û digel hewlên Rûsiya yê jî yên di vî warî de, wek tê zanîn Hizbûlah di lîsteya terorê de ji aliyl Amerîka yê vet ê destnîşan kirin.

Armance dûwemîn tomarkieina pêngavekê li pêş siyasetên kabîna Amerîka ya nû, û helwêstên wê yên nîgatîv li hember Îranê, ku ji Amerîka re dibêje, dijatiya Îranê dê nirxên giran hebin, paş ku Hizbûlah artêşa xwe hebû li gor gotina Neîm Qasim cîgirê emîndarê giştî.

Namên zindî dibe bo aliyên Lubnanî be ku rêzbendên nû tên lidarxistin paş lihevhatina Herîrî- Ewun, ku encama wê destnîşan kirina Ewun wek serok komar. Ku ev rêzbendên nû cihê metisiya Hizbûlah a, ku dibîne aliyên din ew yasayên ku li drxistbûn di 7ê Gulanê de biguherin, û rêkeftina Dewha yê. her wiha nameyek bû dewawerên xwe hebû ku qurbaniyên wê xwedî encamp bûn li hundur û derveyî Lubnanê, û nameyek bû Rejîma Sûriya yê dibêje, ku Îran û alavên xwe rastiyek li Sûriya yê û dibe li berçav bibe, li gor gotina serokê wî (Sûriya ya kesê ku bergirî yê lê dike).

 

Sêyemîn: Îraq Kurka Mêlîşiya ya

Yekemîn milîşên şêî yên îraqî hatin damezrandin li Îranê wek Mêlîşiya Bedir 1983 û Hizbûlaha Îraqî, ku herdû veguhestin bo îraqî, û rolek çekdarî digel hêzên amerîka û birîtaniya de kirin ku di navenda adara 2003an de hêzên amerîka Îraq dagîrkirin, û artêşa îraqê ji hevxist bi biriyara Birîmir rêveberê Amerîka li Îraqê, ku bû sedema valahiya asayîşê li Îraqê.

Paş dagîrkirina Îraqê, erebên Sûne li Îraqê erkê berxwedanê kirin li ser estoyê xwe, ku ev biriyar nirxek giran kir ku forma siyasî dûrketin. Şêîyên îraqê bergirî li dagîrkirnê nekirin li ser bingeha Fetwa yên jîderên li Nejef, Elî Sistanî, ku di 2003an de fetewa da bi qedexekirina şer dijî dagîr ker. Lewra şêî xwe vala kirin bo damezrandina mêlîşiyan bi alîkariya îranê, û bi parayên hukûmeta bexdayê, di serdema serokatiya Îbrahîm Eljeferî û Nûrî Malkî ji hukûmeta Îraqî re, ku herdû jî îndamên parta Dawe ya îraqî ne, ku digel ew mêlîşên kevin de çendîn yekînên nû derketin ku pitir ji 40 girûpî bûn, ya herî navdar (Ebûl Fedil Ebas) û (Nûjebaa) û (Esayb Ehl Elheq) û (Ceyşa Mihdî), ku rola xwe ya mezin hebû di şerê sivîl de, û çendîn tawan û komkojî li dijî pêkhateyên din yên îraqî kirin, ku parçebûna tayfî tundtir kir, ku bû sedema ku sûne jî girûpên tund damezrandin wek (Dewleta Îslamî li Îraq) û (Ceyşa Mucahdîn) û (Alîgirên Zerqawî), û tev li ser destê Sehewat şikest anîn, lê belê çendek bi navê Daiş nû hatin. Di vê demê de Ceyşa Mihdî- yê girêdayî bi Muqtda Sedir ve, ku dixwest ji bandora Îranê dûrkeve- li ser destê artêşa Îraqê şikest anî û ji hev ket.

Qûnaxa dûwem ji Mêlîşên Îraqê, derfet dît dema Daişê, bi rengekî gumanlêkir di 10ê Hezîran/ Pûşber a 2014an de, pitir ji Sêyek xaka Îraq girt exwe, û Xilafeta Îslamî li Îraq û Şam ragihand be bê çi bergirî ji aliyê artêşa Îraqê ve. Ku ev yek derfeta zîrînî bû bo Elî Sistanî, daku bang li gencê Şêî e bike tevlî elalata pîroz bibin bi navê (Elalata Şêî) ku hijamra wî gihişt 80 hear çekdar, paş re navê xwe guhert bo (Elalata Gelerî); gelo destê Nûrî Malkî hebû di berferhbûna Daişê de?

(Elalata Gelerî) rola xwe ya giring hebû di şerên Diyala û Tekrît û deverên parêzgeha Selahdîn de, paş re li Enbar û Felûca jî, ku çemdîn komkojî pêkanîn û mal û bajar talan kirin; û ew niha di şerê Mûsilê de beşdar dibe tevî nerazîbûna gelek aliyan, û berê xwe dide Tileferê daku xwe bighîje sînorên Sûriya yê, li gor ragihandina Hadî Elamirî fermandarê MêlîşaBedir bo ajnasa Rûterzê (em dê firokxaneya Tileferê wek bargek destnîşan bikin daku tevahiya deverên din rizgar bikin ta bighin sînorê Sûrya yê), ku Îran derwazekî bo Îranê pêda dike bo Sûriya yê (Diyala ji aliyê Çiya yên Hemrîn ta Tileferê- Şingal ber bi Sûriya yê). Îran dibîne ku ev rêyên parastî ta Qisêr, paş re bo derya spî ew xewna girin e di pirojeya Îranî de. Dibe ew rê giring be bo veguhestina çek û samanan lê ew wateya xwe ya giring heye derbarê dest dirêjîiya îranê li deverê, û nameyek bo civata navdewletî ku Îranê dê xebat bike bo parastina vê yekê.

Diyar e pêngava herî metirsî dar li ser yekîtiya Îraqê hat, dema perlemantoya Îraqê bi piraniya endamên Şêî piroje yasya pesend kir derbarî veguhestina Elalalata Gelerî bo parçek ji Artêşa Îraqî digel serxwebûna wê de jêr serokatiya serok wezîr de, ku derfetê dide ew artêşa Îraqê daqurtênê, yan jî rola wî piştguh bixe, dê (elalata gelerî) taqîkirin mezin be ji paşeroja îraqê re dema Cewad Talbanî, yekek ji fermandarên Elalatê ye, ragihand, ku ed red dike tevlî çi yekînên çekdar bibe yên girîdayî bi dewleta Îraqê ve, û ew dibîne ku erkên wî bidawîkirina ew rêxistinên sunî yên tundrew, û ew dê şer dijî çi alî bike ku wî ji bêçek bike. Lewra yek dizanê çima Ebadî şikest anî dema xwest kontrola elalata gelerî bike. Ku elalat tevlî pêkhateya dewletê bû ye.

Ji yasya nû di hat xwestin, pêdakirina amêzgirtinê ji îndamên Elalatê re ji pêdaçûna yasayî derbarê ew komkojiyên ku kirin; lê ya giring û metirsîdar ew komkirina tevahiya mêlîşêm îraqê jêr navê Elalat, daku wek Sûpayê parastina şorşa Îraqî bin wek Îranê daku bindestkirina Şêî tundir bike li Îraqê; û ev yek hat li ser daxwaza Qasim Sulêmanî ku got (me Elalata Gelrî damezrand).

 

Çaremîn: Sûriya li ser Rêça Îraqê ye

Sûriya jî li ser heman rê ye, bi alîkariya pisporiya Îranê di çêkirina Mêlîşiyan de; ku hat ragihandin li ser damezrandina (Feyleqa-5 hêrşdan) ku li xwe digere xewbexer mûçeyên wan pitir ji serbazên din bi dih caran e, ku dibe ew li gor (Elalata Şêî) be ya Îraqê yan jî wek supayê pasdaran ê Îranê be, ji ber alîkariya wî ji Îranê ve.

Sedema ragihandina damezrandina vê Feyleqê, ku ew wek hêzek taybet bo şer dijî hêzên opezisiyonê be, daku ew valehiya mezin di hêzên artêşa rejîmê de dagir e paş 6 salan ji şer û ew veqetandinên ku rû dan.

Ragihandina damezrandina Feyleqa 5 ne ji niha ve ye, ji sala 2012an ve, çend fermandarên pila bilin hatin destnîşan kirin bo pêkanîna mêlîşên bawerpêkirî, hatin xwedîkirin bi serbazên parasitina komarî, û firqeya 4an, û hêzên zaniyarî yê; wek Hêzên Alnimir/Piling bi fermandariya Suhêl Hesen, ku di tevahiya şerên Artêşa Rejîmê li Hema û Îdlib û Heleb Û tedmurê beşdar bû, û mêlîşa (Nafiz Ased/ Şêr Alah) bi fermandariya Îsam Zeheruldîn; ku şerê Daişê li DêraZorê dike, û Mêîşa (Siqûr Alsehra/ Bazên biyabanê) ku erkên wan parastina fabrîkeyên neftê paş re bo şer li deverên beravê û Helebê, her wiha Komîteyên gelerî hatin komkirin bi navê Mêlîşa bergiriya niştimanî, ku tevahiya van girûpan dê kevin jêr navê (Feyleqa 5), û dibe mêlîşên Şêî yên sûrî tevlî bibin wek li dever Seyda Zêneb, û çend gundên gundewarên Humsê, û herwiha îndamên (Hizbûlaha) sûrî ku îranê ev çend salin wan amade dike.

Rejîmên zordar baweriya xwe tune ye bi artêşên fermi, lewra ew pitir bi rengê yekîniyên çekdar bawe dike, daku deslatdariya xwe bi parêze li dijî pirsgirêkin navxweyî.

Diyardeya Mêlîşeya li sûriya yê ne nû ye, ku ew bi awakî din hatin dîtin wek (Serya Difa/ Yekîniyên Bergirî yê) ku di heftî yê de hat damezrandin û rola xwe ya giring hebû di şerê Hema yê, û komkojiya Tedmur ê, lê paş re ew bi navê Firqeya 14an tevlî artêşê bû, û her wiha (Ketayb Albas/ Yekîniyên alabas).

Jêr sernivîsa Mêlîşa ku li deverê belav dibe van rojan, her kes dixwazê mêlîşê xwe yên taybet hebe, wek dûrketinek ji piransîpên hevjîn û niştimanê, û vekişandin ji rola dewletê re, jêr nerîna xwekujî ji civatê re. Îranê ev nexweşî li deverê ve de ku Şêî Mêlîşên xwe heye, Sûne, Kurd û Xirstîiyanî jî, her wiha li Yemenê jî. Ku ew girûp rola artêşa fermî dûr dixe û dibe nexweşî pir zehmete ku ji werê paristin. Ku nirxê wê li ser dewletê û civatê pir giran be.

 

Encam

Bê gûman, Mêlîşên diyardeke pir metirsî dar e, ku ew kuştin û wêrankirinê belav dike, û dijatî yê kurtir dike, û li dijî pêşketinê ye, û ew tê wek paşvedanê, û ew nasnameyên pêş niştimanê şiyar dike.

Pirsa ku tê rojevê, gelo mêlîşe bûne wek qederê şiyan tune li dij rawestin? Diyar di dema nêzîk de şiyan tune, bi sedema ew rejîmên ku vê yekê xwedî dikin berjewendiyên xwe heye ku berdewam bike, herwiha piştguhxistina civata navdewletî jê re li ser bingeha (ber hev bikujin) rola xwe heye di belav kirina wê de. Lê ji ber civak di sruşta xwe de, dijî tevlhevbûnê ye, û ber bi hêminî de diçe, dikarin bêjin ku diyarde ye Mêlîşe rêbiwarî yeli ser tevlîhevbûnê dijî, lewra dive civet bilez ji vê yekê derkevin, û paşeroja nifşên xwe biparêze, dibe piransîpên jiyanê û mafên mirovan û niştimanî xort bike, û li dijî zordarî raweste, û lê pêş tevî şikestina pirojeya Îranî, ji ber ku Îran sedema van tev nexweşiyan e.