Naverok

Pêşgotin

Yekemîn: Nîşanên hevgirêdayî

Dûwmîn: Koşkarî û Vekolîn

Sêyemîn: Derfet bo aşkerkirina Rastiyan

Çaremîn: Rûpelk Nû

Pêncemîn: Paş Heleb ê

Pêşgotin

Paş şikestina girûpên çekdar yên opezisiyona Sûriya yê li taxên rojhilata Helebê, û kontrola hêzên rejîma Sûriya yê û mêlîşên alîkar piraniya bajar, gelek nerîn hebûn derbarê çarenivîsa şoreşa Sûriya yê paş Heleb ê, û ew rêbazên ku rewşa Sûriya yê û ya Herêmê û ya Navdewletî dê pêşvebiçin, nerîn pir reng bûn ku piraniya wan xwendinên kesayetî bûn ne li ser zaniyaran bûn, di navbera dûpatkirina şikestina şoreşê de, û despêkirina qûnaxek nû ava dibe û selamdin bi serketina Rejîmê û hevbendên weê ji Îran û Rûsiya yê, û dinavbera ku Heleb tenê wek rûdawekê ye di rêyek dirêj de hîn bi dawî ne hatî ye. Û wek çawa Heleb xalek çekdarî giringe, dibe ew bibe wêstgehek bo veguhestinê bo çaresriya siyasî be.

 

Yekemîn: Nîşanên hevgirêdayî

Sedema vekişandina opezisiyona Sûriya yê li Helebê sê nîşander hebûn, bandora xwe ya mezin hebû di vekolîna derbarê (Qûnaxa paş Heleb), ku sedemên xwe Navdewletî û Herêmî bûn û bandora Navxoweyî tune bû.

Yekemîn nîşan girêdayî bi helwêsta Rûsiya yê ku di navbera rawestana şer de li Heleb ê û di navbera rijdbûn li ser berdewamiya opersiyona azmanî de hebûna çekdaran tune bike, hat diyarkirin di wan nîşanên ragihandina Kirimlên de ku despêka Mijdar/ Sermawezê, di hilwartina bajarê helebê ji opersiyonên berferh di bordûmankirina ku hêzên Rûsiya yê bi kar tînê, paş re hevdîtina rûsan bi fermandarên girûpên opezisiyona yên kontrola Rojhilata Helebê dikin li Enqera yê, bo gengeşekirina pilana (Tirkî- Rûsiya yê) ku pêşniyara agerbestê dike paş re (Rêveberiya Xweserî) li taxên Rojhilatê Heleb, lê Rûsiya yl opersiyonên azmanî bi tundî berdewam kir.

Nîşana dûwem girêdayî bi helwêsta Îranê ve, ku dirêjahiya dû heyvan helwêstek berpêşkirin li dijî tevan distand, di nav wan de rûs jî. Ku di 13ê Cotmih/ Kewçêra rabhûrî de (Hizbûlah) yê Lubnanî li bajarokê Qisêrê pêşandenek çekdarî li darxist, ku serokê Encûmena cîbecîkar ya partî yê, Haşim Sefîuldîn got, partî ji mêlîşên bo artêşek temamî hat veguhestin, û di 26ê heman heyvê de, serok artêşa Îranê liwa Mohemed Baqirî got, dibe Îran bargehên deryayî li Sûriya û Yemenê ava bike, û di 29ê wê heyvê, Ahmad Asdî, berdevkê (Elalata Gelerî) li Îraqê, tekez kir, ku ew dê derbasî Sûriya yê bin paş şerê Mûsilê.

Nîşana sêyemîn ew guhertinên ku di helwêstên Turkiya yê de hatin kirin, derbarê helwêsta wan ji doza Sûriya yê, ku Tukriya ji dev piştgîriya opezisiyonê berde, li gor ew rêkeftina Rûsî- Tirkî, û tevahiya şiyanên xwe veguhestin bo piştgîriya hêzên Mertala Ferat, ku dest bi manorên xwe dike li derdorê bajarokê Babê, û tekez kir ew dê şer dijî Dewleta îslamî/ DAIŞ ê şer bike û çi kar nake dijî rejîma Sûriya yê.

Ev yek digel şikestin yan ne dilxwaziya Amerîka yê ku rewşa Helebê rawestanê, ku bê çare me derbarê ew VÎtoyê Rûsiya- Çînê di 5ê BerfanBarê de, li dijî piroje biriyara Misrî/ Niyozelendî/ Spanî bo rawestana şer li Helebê bo yek heftî, û derfet dan bo alîkariyên mirovana (Rûsan digot ku ager me VÎTO bi kar ne anîbana dê Amerka Vîto bikar anîn be), her wiha dengdan li civîna giştî ya Netweên Yekgirtî di 9ê heyivê de, bê sûd bû, derbarê piroje biriyar bo rawestana giştî ji opersiyonên çer dijê kesên sivîl li Sûriya yê, û daxwaza veguhestina siyasî jêr rêveberiya Sûriya yê kir, her wiha civînên Jinêvê neman hatin li darxistin, û çi encam ji civînên Roma û Parîsê bo piştgîriya opezisiyonê di 10î Berfanbarê de nebûn, digel bê bayîxbûna Amerîka yê paş ragihandina Serokê Amerîka yê Donald Trump, ku dê rêveberiya nû ew rêbaza û siyaseta rûxandina rejîman dûrkeve, û ew tenê dê şer dijî terorê berdewam be.

 

Dûwmîn: Koşkarî û Vekolîn

Di orte van rewşan de, bi awakî bilez Paytextên Ewropa yê mijûlê agerên (Paş Heleb ê), û berpirsên Xerbî dest bi vekolîna rewşa Sûriya yê û agerên paşerojê yên nêzîk, û çawaniya danustandina wan digel doza Sûriya yê de jêr saya tazekerên li ser qadê.

Çend dewletên Ewropî çi buhabûn nedan bi şikestina Helebê ya çekdarî, û tenê liser aliyê mirovana karkirin, û çav poşandin li ser ew şikestina çekdarî ya oprzisiyona Sûriya yê û bandora wê li ser çareseriya siyasî, ku berprisên Ewropî basakirin ku Rûsiya yê bilez kir derbarê serketina çekdarî bi dest bixe berî despêkirina serokê Amerîka yê ji karên xwe re, li hember çend aliyan  girav kir li ser (Tevgera Serrastkirnê/ Herka teshîhî) di helwêsta Amerîka yê de ku Trump dê kontrola (Hêcbûna) Rûsiya yê, ku ragihandina wezîrê Amerîka yê Con Kêrî, di 6ê Berfanbarê de, piştgîriya wê kir ku got (Ketina Bajarê Helebê jêr destê Hêzên Rejîmê tundutûjî yê li Sûriya yê bi dawî nabe).

Ji aliyê xwe ve Angela Mêrkil, SerokWezîra Almaniya yê, got (dê Heleb nîşana Şermê be li ser aniya Cîhanê, ji ber ku civata navdewletî şikest anî di vekirina kardîorên mirovana), her wiha Fidrîka Mogrînî, berpirsa karûbarên siyaseta derve li Yekîiya Ewropa yê, û wezîrê derve yê Rûsiya yê Sêrgî Lavrov aghedarî dan, ku rûxandina Helebê ne dawiya Şer e, û ew wêran, û kuştin û penaberbûna ku bi ser welat û milet de hat dê êzinga berxwedanê be, her wiha weîzrê derve yê Briîtniya, Borîs Conson, got, ew bûyerên Helebê ne nîşana serketina Asad û Potîn e, ji ber bi meliyonha Sûrî hene dê şer berdewam kin.

Ji aliyê Erebî ve, şahê Siûdî yê, Melek Ebdula kurê Ebdulezîz, dilgiraniya xwe derbirî derbarê astê ku pirsgirka Sûriya yê gihiştî yê de, û daxwaz ji civata navdewletî kirk u xebatên xwe xort bike bo rawestandina xwînrijandina Sûriya yê, û dîtina çareseriya siyasî jê re.

Ji aliyê Turkiya yê ve, ku rola wê li Sûriya yê bi awakî balkêş vekişe di herdû heyîvên dawî de, û bi taybet ji dema lihevhatina digel Moskoyê de, ku tenê çend ragihandinên ne berhev derketin, û tekez kir ku pejare wê parstina sînorên wê, ji çi tevegerekê ji aliyê Mêlîşên kurdî yên girêdayî bi PYD ve, şaxê sûrî yê PKK, herwiha derfet nede ku ew kantonên jêr kontrola PYD bi hevre girêde, tevlî ku ew di xwazê Amerîka (dilteng bike) û gefê lê bike paş asayî bûna peywendiyên digel Rûsiya yê de. Di vê çarçovê de, ji ragihandinên serokê wezîrê binElî Yeldirm tê famkirin ku got (opersiyna Mertala Ferat, ne girêdayî ye bi bûyerên Helebê, û çi peywendiyên xwe tune ye bi guhertin Rejîmê), lê belê (ew bo nehiştina hebûna rêxistênê teroristî li deverê wek Daişê), û tekez kir (ku çarenivîsa Miletê Sûriya yê girngitr e ji çare nivîsa Asad), û agehdarî da (ku dibe zagonek nû ji Sûriya yê re bê danîn li gor daxwazên tevahiya çînên miletê Sûriya yê).

 

Sêyemîn: Derfet bo aşkerkirina Rastiyan

Şerê Heleb ê derftk bû bo dîtin yan tekezkirin li ser çend rastiyan, wek aşkerkirina rûyê rast yê Rûsiya yê, ne tenê li hember miletê Sûriya yê, lê belê li hember civata navdewletî, û hejmara tundtûjiya wê nîşanek balkêş e, ku hemar diyar dikin ku bordûmanên Rûsiya yê pitir ji 10 hezar mirov kuştin ji despêka destwerdana çekdarî ya rûsiya yê di Îlûn/ Rezbera 2015an de, 25% çekdarê Daişê ye û 30% çekdarên girûpên din, û pitir 45% kesên sivîl piraniya jin û zarok bûn (nerîngeha Sûriya yê ya mafên mirova/ Mersed Sûrî). Û diyar dibe ji van hejmaran ku Rûsiya yê şerek berferh li dijî miletê Sûriya yê dike ji ber ku ew opzisiyona rejîmê dikin, yan ji ber ku ew li deverên jêr kontrola opezisiyonê dijîn, û zêdebariya kuştinê; nexweşxane û bazar û dibistan rûxandin, tevlî karwanên pêdiviyên mirovana, ku tekez dike ku Rûsiya hevkara Rejîmê ye di kuştin û tawanan de, û daku beşdar bibe di çareseriya siyasî de, dibe ew ji dev daxwaza manebûna rejîma berde.

Herwiha astê tevlî bûna Îranê di Sûriya yê de aşkere kir, ku idghêje hezarehe çekdar bi rengê tayîfî, daku stratîjiya Îranî cîbecîbike di pêdakirina karîdorekî ji Tehranê re bo derya spî.

Şerê Heleb ê ew lawazbûna pilan û stratîjiyên girûpên opezisiyoan sûriya yê diyar kir, û astê şaştiyên wê di veguhestina şerûpevçûnan bo hundurê bajaran, û şaştiya ew stratîjiya di kontrola giyografî li ser deverên gelhijamrî, be bê ku şiyana xwe hebe di parastina wan de û ne di rêveberiya wan de, ku bûn armanc ji bordûman û bombekirina rejîmê û Rûsiya yê, ji tevî penaberkirina akinciyên wê û rûxandina jiyana wan.

Herwiha aşker kir ew astê parçebûn û belavbûnê di navbera van girûpan de, ku balpiştbûn bi aliyên tundûj, û hovîtiya wan ku rijdbûn li ser hevbendî digel rêxistinên teroristî de, niamza (Bereya Fetuhlşam- Nusra berê) û yên wek wê; û diyar kirk u dibe opeziisyona sûriya yê ya siyasî û ya çekdarî xwe li ber bixe, û dûvdeçûnekê derbarê ew azmûna rabhûrî bike bi rengekî berpirs û rexneger, û dûrkeve ji idiyolgiyan û xwenên zarokana, û şaştiyên xwe serrast bike, û bernameyên siyasî û çekdarî cihê bawerî û cîbecîkirnê bin bên danîn, daku civata navdewletî bawerî pê hebe, û berjewendiyên tevahiya çînên miletê sûriya yê cîbecîbike.

Hat diyarkirin di şerê Helebê de, Ku rejîma Sûriya yê ji dev rengê çarseriya çekdarî bernade, û ew gotinên derbarê gotûbêjan û çareseriya siyasî tenê xweliya çavan e, û xapin bo derbasbûna demê.

Her wiha dawî aşkere kir, ku dibe şoreşek du hundurê Şoreşê de rabe, û hêzên nû diyar bike cûda ji yên berê, û bikre piştgîriya navdewletî werbigre, û dibe opezsiyona sûriya yê ew sozên ji aliyê dewletên herêmê û yên navddewletî bawer nake, û ew tenê bi xwe kar bike û yekîtî yê ava bike, û pirrengbûna xwe ya siyasî û etnîkî û ayînî diyar bike, û sûd ji fermandarên artêşa sûriya yê bê kirin yên xwedan şiyan û pilan.

 

Çaremîn: Rûpelk Nû

Diyar e ku ketina Helebê ne dawiya şoreş/ şerê Sûriya yê, lê belê qûnaxek nû ye, dê rengên wê di deme bê de bên aşkere kirin, di serekî de ew rengê bersive çekdarî, ku gelo pilanên altirantîv di dest de hene? Yan dê berdewam be di parçebûnê de, û şoreşê bi rengê olê bi rêve be? Yan jî dê ber bi yekîtî ve biçe li hember ew metirsiyên ji aliyê Rûs, Îraniyan, Rejîmê û Mêlîşên girêdayî, digel ew peiojeyên ku gefê li yekîtiya Sûriya yê dikin?

Her weha, gelo dê giropên opezisiyonê stratîjiya xwe biguherin ji lontrola deveran ber bi şerê bajaran û gerîla, û opersiyonên xwe bexş, hêzên rejîmê û mêlîşên wî bike encamp digel navend û baragehên Rûsiya yê?

Wisa jî, helwêsta Rêveberiya Amerîka yê ya nû rengê qûnaxa bê diyar dike, ku dê di dema veguhestinê de diyar bibe, gelo dê cûdahiyek giting di navbera helwêsta Obama p Trump de hebe? Yan dê Trump berdewam be di şer dijî (Terorê)- li gor rûsana yan li gor xwe- wek metirsîdartir li ser ewlehiya Amerîka yê pitir ji rejîma Asad, yan jî dê digel Rûsan de lihevhatinê drist bike derbarê doseyên din wek Okraniya p Qefqas û ava germ, û şer li ser serçaveyên ozê, û sizayên ewropa yê. her wiha, gelo dê biriyara encûmenê nûnerê Amerîka yê yê ku di 6ê berfanbarê de ragihand derbarê piştgîriya piroje ku derfetê dide trump rokêtên Zemîn- Azman yên dijî firokeyan ber bi opezisiyona sûriya yê, wek despêk di guhertina siyaset Amerîka yê de, nimaza ku derfet I destê Goşka spî de heye ku guhertinan li rojhialata naverast drustbike.

Wiha jî helwêsta Rûsiya yê, dibe rewşa çekdarî bê kontrol kirin, ager çi Rûsiya yê biriyar da daku hêzên zemînî bo Sûriya yê rêke, yan jî dê hevbendiyên çekdarî xortir bi Turkiya yê re girêde daku hevseng be digel Îranê de, yan jî dê berdewam be di şerê giştî di wêran kirina tevahiya navçeyên Sûriya yê de yên ku jêr kontrola opesiziyona Sûriya yê ne, wek çawa li Giroznî li pêş 15salan kir.

Bê gûman ew serkeftina ku Rûsan bi dest xist cihê dudiliya wan e, û metirsîdarin derbarê dehatiyên wê, ku şiyana wan tune ye ku kontrola şerê Sûriya yê bikin, bi aloziya xwe û pirbûna aliyên xwe, ji Kurdan û çekdarên Îslamî, yan ji hêzên Herîmî yên xwedan berjewendiyên xwe li Sûriya yê hene, ji bilî aliyên navdewleî yên çavriyên e. her wiha Rûs metirsîdarin ku Sûriya bibe komek ji tiraf û bajarên wêrankirî, dê bie sedema ku komên akinciyên sûriya yê li benda alîkariyên mirovana be. Ku dê Rûsiya naçar be dau nexweşxane avabike, û pêdiviyên rojana dabîn bike.

Tevî ew lihevhetina berçev di navbera Rûsiya û Îranê de, û astê pêşkevtî di hemahengî yê de, lê ew nabê wek hevbendiyêk Stratîjî, digel cûdabûna armancên dawî de, ku hebûna (dû dagîrker) li ser yek xakê berdewam namîne, û dibe ketina Helebê despêka rûpelek nû ji nakokiya herêmî-navdewletî be. Û di vî warî de, diyar e rejîma Sûriya yê bê şiyane ku çi bike, û bandore wî tune ye ne li ser qadê û ne siyasî, û ew berdewame bi saya piştgîriya Rûsiya- Îran ê.

 

Pêncemîn: Paş Heleb ê

Paş ketina Heleb ê, gelek sînariyo hene, bê gûman, ne di nav de ye kontrola rejîmê û di paş de Îran û Rûsiya yê li ser tevahiya xaka Sûriya yê, ku gelek dever hene dûrî deslatdariya rejîma Sûriya yê ne, û diyar bû ku Heleb dê li hember bordûman û bombekirinê û dorpêçkirinê  şikestî bênê.

Kavilên Helebê ne nûhatineke ji dewleta Sûriya yê re bi serokatiya Beşar Asad wek çawa Rûs û Îranî û Rejîma sûriya yê hêvî dike, û ne nîşana dawî hatine şoreşa Sûriya yê ye, ji ber ku şoreş şiyanên xwe hene di anîna alavên nû, ne li dijî rejîma zordarî yê lê belê li dijî ew dagîrkeran, û dê şoreşvan bibn berxwedanên dijî dagîrkeran.

Diyare ku rejîm û hevbendiyên xwe pêwista wan heye bi salan şer daku kontrola tevahiya Sûriya yê bike, gelo Rûsiya û Îran amade ne ku berdewam bin daku kontrola tevahiya bajarên Sûriya yê bikin?

Dê çawa Asad deslatdariya welatekî wêrankirî bike, ku gelek xwîn hatin rijandin, bajarek dagirtî bi hestê tolhildanê, bi mêlîşên tayîfî.

Şoreş li ser xîzek rast berdewam nakin, û çi ûilanek diyarkirî ji wan re tune ye, û dibe riya xwe şaşke car caran, û alavên xwe biguhere. Şoreşa Sûriya yê jî wiha ye, ku pêşniyar heye ku sûriya – ager rejîm bi serket- ji rejîmek zordar, wek çawa berî 2011an, ber bi rejîmek ji çetan, wek çawa paş şoreşê, ku dê rêgir be li hember çi çareseriyek siyasî, û dê kirîzek navdewletî drustbike ji 10 meliyon penaberên Sûrî.

Şoreşa Sûriya yê despêkiri li dijî rejîmek pîs û zordar xwînxwar ku welat wêrankir û gendelî ket tevahiya quncikên welat de, tevî paş şoreşê ku pitir ji nîv meliyon kes hatin kuûtin û pitir ji 10 meliyon welatî penaber bû. Lewra bê şoreş berdewam be lê bi rengên nû.

Bi giştî, ager Sûriya ji nûve rabû, bi saya şoreşê û şer, ew dê bê Beşar Asad ava be.