Yekemîn: Pêşgotin

Şoreşa Miletê Sûriya yê ya Adara 2011an li dijî rejîma zordar, asoyek nû vekir li berdem Sûriya yê û Miletê wê, tevî ew zordarî û binpêkirina ku li ser wan dihat bikaranîn. Lê belê rewşa Şoreşê û rêbazên wê tevlî hev bûn di 5 salên rabhûrî de, bi sedema siyaseta Rejîmê, ku dergeh vekir ji destwerdanên hêzên derve yê re, ku bandora xwe hebû li ser komkara niştimanî û belavbûna hêzên siyasî û sivîl û yên civakê, ku diriyên reş de derbas bû, nimaza ku çi dilaxwaziya navdewletî tune ye ku doza Sûriya yê çareser bike.

Doza Kurdî li Sûriya yê mijarek giringe û sereke ye di gotûbêjên Sûriya yê de, jêr ew asoyên nû yên ku miletê Sûriya yê hêvî dike ku bi dest bixe, ku ew gelek pirsgirkan drust dike derbarê rengê Sistema siyasî û civakî û abûrî yaku dê Sûriya li ser ava bibe di paşeroja Sûriya yê de. Lewma miletê Sûriya yê pêdiviya xwe heye bi mîting û diyalogê bi awakî raste rast derbarê Doza Kurdî li Sûriya yê û peywendiyên Erebî- Kurdî û asoyên wan û sruşta Sistema siyasî, û mijarên din.

Ji vir despexşeriya Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdemî bo destnîşankirina platformekê bi navê (Salon Hanano) bo diyaloga Erebî- Kurdî li Sûriya yê, û çendîn hevdîtinan li dar bixe, ku dê çendîn keseyatên navdar û pispor û zana lê beşdar bin û ji aliyên cuda cuda, daku digel hev de bighin lihevhetinekê derbarê (Doza Kurdî li Sûriya yê) ku yek ji pirsgirên niştimanî li Sûriya yê ye, daku bighîje raya giştî ya Sûriya yê.

Lewra, Salon Hanano- Navenda Harmoon bo vekolînên Hemdem daxwaz dike bo beşdarîbûn li civînê roja Dûşemê, 9ê Çileyê dûwem/ Rêbendan 2017.

Dûwemîn: Mijarên Civînê

şoreşa Sûriya yê û bandorên wê li ser peywendiyên Erebî- Kurdî

vekolînên tên pêşkêş kirin ji aliyê:

Ebdula Turkimanî, Zeredeşt Mohamed, Merwan EbdulRaziq û Serdar Mele Derwîş

 

Sêyemîn: Zaniyariyên Lojistî

  • Dem: roja Dûşemê, 9ê Çileyê Dûwem/ Berfanbara 2017an
  • Cih: Nivîsengeha Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem li bajarê Întabê, Turkiya yê