Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem

 

 

Peyrewa Serek e

 

 

Babeta yekem:

  • Wateya gotinan, pênaseyên wan digel wan de ye:
  • Navenda Heremon: Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem
  • Peyrewa serkî: peyrewa serkî ya Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem.
  • Encûmena Rêveber: ew Encûmena ku ji çend keseyetiyan pêk tê û rola wan di peyrewê de diyarkir ye.
  • Rêveberê Giştî: ew keseyatiya hatiya binavkirinbo bi rêveberiya Navendê, û ew nûneriya Navendê dike li hember kesên din, û rola wî di peyrewê de hatiya destnîşankirin.
  • Bername: ew yek ji bernameyên ku avend dê raghênê û rêveberiya wê dike bo bidestxistina yek ji aramnagên berfereh.
  • Şaxên Nevendê: ew şaxên ku dê Navend damezirêne bo sedema cîbecîkirina bernameyan, û li gor yasayên welatê mêvandar bê tomarkirin.
  • Nivîsengeha Navendê: ew nivîsengeha ku Navend li çend bajaran damezirêne, dakû karên xwe bi hesanî cîbecîke, û dibe ku li ser bingeha nivîsengehek din ava bibe.
  • Tora Peywendiyên Navendê: ew giropek ji çend kesayetiyên hevkarin digel Navendê de, çi bi awakî herdem yan jî bi awakî awarta bo pêkanîna bernameyan li bajarekî yan jî li Welatkî.

Babeta Diwamîn: Damezrandin

Dê nivîsengeha serke ya Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem li bajarê Şam/ Dimeşq be, û dê damezrandin li gor yasaya damezrandina Komel û Rêkxirawên Sivîl yê di Zagona Sûriya Nû de bê danîn, lê be pêyî rewşa ku Sûriya tê derbas dibe, dê Navenda Heremon çend şax û nivîsengehan li çend deverên cûda li derveyî Sûriya yê.

Bepeyî Peyrewa Sereke, û li gor biriyarên Yasaya Bazirganî a Qatarî û tevahiya rastkirinan – yên ku di dehatî de çê di be-  Navenda Hermon bo Vekolînên Hemdem tê damezrandin,  wek – Kompaniyek bi Berpirsên Diyarkirî- di jêr nerîtên bazirganî û jêr sîstem û yasayên niha û yên dehatî di yasaya Qeterî de, û jêr biryarên diyarkirî di yasaya yader ku ne bepêçawanî Peyrewa serekî be, her wiha li bajarê Întabê li Turkiya dê Şaxê Navendê bê damezrandin li gor yasayên damezrandina  Komel û Rêkxirawên Civata Sivî yên Tirkiya yê, û li bajarê Berlînê li Almaniya dê şaxê din bê damezrandin li gor sîstema rêpêdna navendan û rêxistênên sivîl li Almaniya.

Babeta Siyamîn: Pênasîn û Encam

Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixw ye, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbareyî herêma Erabî û bi taybet derbareyî rewşa Sûrya yê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdariyan û fêrkarinê di warên siyasî û ragihandê de bo wan alî û rêkxirawên niştimanî ku di komlgeha Sûriya yê de çalakin.

 

Navenda Heremon çalakiyên xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û civata sivîl, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyên din li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûriya yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê, her wiha di rêya belavkirina rojnamevanî û Elkitronî.

 

Babeta Çaremîn: Yekînyên Pisporî Li Navendê

Navend ji pênc yekînyên pisporî pêktê, û karmend tên parvekirin liseranserê Şaxên Navendê, û çê dibe ku kes hebin di beşên cûda de kar bikin, her wiha yekîniyên Navendê berhemê kesên derveyî Navendê werbigirin bepeyî pîvan û mercên belavkirinê, ew Yekînî:

Yekîniya Vekolînên Siyasî: Yekîniya Vekolîn û Şîrovekirina gotarên siyasî li gor bûyerên rastiyê de, her wiha dikarê berhemên kesê dervî Navendê werbigre, – li gor merc û pîvanên belavkirnê ji bilî ku nerîna gotarê dijber yan digel nerîna Navendê de ye- û bi navê ew kesên nivîskar dê belav bibe .

Yekîniya Vekolînên Civakî: ew yekîniya berpirsa di berhemkirina mijarên vekolîna zanistî, bepeyî karekî zanistî resen ku digel pîvanên vekolîna zanistî rêkdikeve, her wiha berpirsa di binavkirina kesên pispor – ji derveyî karmendên Navendê- di amadekirina çend vekolîn û lêkolîn li gor pilankara Navendêm, her wiha Yekînî bidûvdeçûna behemên ku ji kesên xwebexiş hati ne.

Yekîniya Bidûvdeçûna Pirtûkan: ew yekîniya ku berpirse liser hilbijartina pirtûkan û pêşkêşkirina raporkî û xwendinke rexneger û vekolînî derbareyî, here wiha bidûvdeçûnên ku ji kesê derveyî navendê werdigire ager li gor siyaset û mercên belavkirinê bin.

Yekîniya Wergîrî yê: yekîniya berpirse li ser wergirandina berhemên Navendê belav bo çendîn zimanên cîhanî, li gor destnîşankirina rêveberiya Navend ê, û her wiha wergêrkirina vekolîn û gotarên giring bo ji ziman biyanî bo zimanê erebî

Yekîniya Xwendinên Yasayî: ew yekîniya ku ku xwendenkî yasayî bo çend bûyer rûdawên demkî, her wiha di pilankarên wê de, amadekirina vekolîn û pêşniyarên yasayî derbarî avakirina sistemek yasayî bo Sûriya Nû.

Babeta Pêncemîn: Programên Navend ê

Bo bidesxistina encaman, dê Navend çend bernameyên pispor ragihêne wek aliyekî ji çalakiyên xwe yên berferh, ku her bernameyk rêveber û indam û tora peywendiyan heye digel pilan û bûdceya serbixwe de

Çê dibe ku Rêveberiya Navendê – li gor giringiya bûyeran û li gor alîkariya daryaî ya bidest- bernameyan cîbecîbike, her wiha dikarê di çarçoveya kar û pilana bernameyî ser rast bike, li gor pêşketina rûdawû û azmûnên praktîkî.

Bernameya Pêşkêşkirna Rawêjdar û Narînên Siyasî

  • Dê Navenda Hermon bo hêz û aliyên siyasî sûrî di warên cûde de pêşniyar û nerînên siyasî pêşkêşî bike, wek amedekirina belgenameyan û bernameyan û biyannameyan û gotinên siyasî û rojnamevanî, li gor vekolînkirina rewta siyasî, navxoweyî, herêmî, û navdewletî, û bepeyî berjewendiyên Sûriya yên niştinamî.
  • Ragihandina proje, destbexşeriyên siyasî derbarî rewşa sûrî û pêşvebirîn bo bê kirin
  • Pêşkêşkirina proje û destbexşeriyên cora û cor bo hêzên siyasî Sûriy yî bo geşepêdana çalakiyên siyasî û active kirina rêkxistênan daku alîkar be di avakirina dehatiya Sûriya yê de

Bernameya Kampênên Ragihandinê û Sazkirina Rayagiştî

  • Dariştina ragihandinek siyasî bepeyî zaniyariyan ku li gor pîvanên rojnamevanî li navkar bike, bo ragihandina nameyên pêwîst û bandorê li ser xelkê çêbike, her wiha pêşkêkirina şîroveyan û raporên rojnamevanî profişînal bo di alavên mediyayî û socşiyal medya de bê belavkirin, derbarî rewşa Sûriy yê ji cihanê re, û girêdana pirsgirêka wê bi herêma arabî û ya navdewletî ve.
  • Bernameya mediyaya ku rastî Civata Navdewletî, Ewropî, Amerîkî û Rûsî pêşkêş dibe ku zaniyarî û vekolînên zanistî derbarî Sûriya yê, û nameyên taybet derbarî mijarên serekî belav dike, here wiha peywendiyan digel rojnameyan û navendên vekolînî û rewşenîr û siyasetmedar û hunermendên cihanê ava dike.
  • Ragihandina kampînên medyayî derbarî mijarên taybet bo avakirina rayagiştî Sûrî di rêya torên ineternêtê û bihevkariya navend û giropên rojnamevanî de.

Bernameya Piştgîriya Diyalogê û Geşpêdana Rewşenbîrî û Civaka Sivîl

Navend bo diyalg li ser mijarên Sûriy yên niha û dehatî bernameyk berdewam amade bike, ew bername li ser çend beşan belav dibe:

Hola (Salona) Kewakibî: wek platformekê di navbera aliyên islamî û aliyên din derbarî dîtina babetên hevpar daku karbin hevkar bin di avakirina Sûriya yê de.

Hola (Salon) Henano: pilatforma diyaloga ramanên siyasî derbareyî pirsgirêka Kurdî li Sûrî

Mêzgirtên diyalogê: ew mizgêrtên ku emanca wan avakirina diyalogên siyasî û ramanî derbarî mijarên giring li Sûriya yê wek: hemwelatî, dimokrasî, dewlata Sûrî, peywendiyên dereve yên Sûriya dehatî, gotûbêj di navbera siyastmedar û çekdaran de…htd, û bi taybet di navebra gencan de, wek:

Mêzgirta Bereda li Doha yê

Mêzgirta Al furat li Tirkuyayê

Mêzgirta ALaesî li Ewropa/ Almaniya

Çê dibe ku civatên mêzgirt ê li ser tora internêtê bên lidarxistin, ku serperştî wan mêzgirtan agenda û bernameyên wan amade dike.

Civîn: ew rûniştinên ku keseytên erebî û navdewletî yên navdar ku çalakên di warên siyasî û rewşenbîrî de, û tiwana wan heya ku bandore li ser raygiştî çê bike.

Bernameya Dehatuwa Sûriya ye

  • Amadekirina bingeheka zaniyariyan ji pispor û zaniyayên Sûrî ku di warên cûda cûda de çalakin, daku amade bin di saziyên dewleta dehatî de karbikin, wezîr, rêveberiyên bajaran, dadwer, artêş û saziyên civata sivîl.
  • Pêşkêş û amadekirina vekolîn û bernameyan bo çareserkirna pirsgirêkên siyasî û civakî yên dê rûberûyê Sûriya yê bin, çi niha û çi di serdemên paşe rojê de, bi danîna bingehên çareserkirinê daku alîgir be di dema nû avakirina Sûriya yê de ji mijarên (tundûtûjî, belavbûna çek, nûmadekirina çekdarên daku vegerin jiyana sivîl, çekdarên biyanî, xwe dûrxistin ji diyardeyên heyfê, amadekirina kesên sêwî û jinên bî, fêrkirina zarokan, biserxistinkara gencan…. Htd).
  • Pêşkêşkirina vekolînên abûrî bo jinû despêkirina abûrî û avakirina Sûriya yê: vekolîn derbarî şaxên abûrî yên peywsitiya sûriyan pê hebe, û pêdekirina karên nû daku piştgîr be ji nûjenkirina jiyana abûrî ya Sûriya yês.

Babeta Şeşmîn: Şax û Nivîsengehên Navend ê û Torên wê

  • Dê navend li gor pêdiviyan şaxên xwe veke daku bername û ermancên xwe cîbecîke, û dê vekirina şax li gor hebûna komeleyên welatiyên Sûriya be, her wiha li gor yasa û biryarên dewleta yê dê lê vebe, û dê her şax karmend û bûdceya xwe ya serbixwe hebe.
  • Navend nivîsengeha xwe ya serkî li Doha/ Qeter ê avadike, û her wiha li Întabê – Tirkiya û li bajarê Berlînê li Almaniya şaxên xwe hene.
  • Dê navend torekê ji kesên ku di warên ragihandin û vekolinê de ku kardikin dê ava bike, çi li hundurê Sûriya yan jî li kampên penabariyê û li dewletên ku hejmara sûriyan zafa û her wiha li paytextên dewletên xwedan bandor.

Babetê Heftemîn: Bûdceya Navend ê

  • Navend wek rêkxirawek ne sûdemend di xizmeta berjewendiya giştî de
  • Dê bûdgeya salane ya Navendê hebe, go ji aliyên keseyet û aliyên Sûrê, Erebî û navdewletî pêda bibe, û çi bandorên wan li ser siyaset, biriyar û armancên Navendê tune bin, û dê dehatiyên Navendê li ser pêdivî û keresat û daxwazên Navendê bên xerckirin li gor sistemek darayî, jimêriyarî bo vê amancê hatiya danîn.
  • Encûmena Rêveber, pilanek darayî salena amade bike, di rengê belavkirina rêjeyên li gor bername û bonên navendê, û dê Rêveberê Gitşî bûdceyak bedrêjî amade bike.
  • Sala daryaî ya Navendê ji 1ê miha Rêbendan despê dike, û di 31ê Berfbaran de bi dawî tê, ji bilî sale yekmîne ku sala darayî despê dike ji dema ragihandina Navend ê û di 31ê berfbaran de dawî be.
  • Jimariyariya Navendê dê girêdayî be bi sîstema belgehên (hat/ çû) ve.
  • Dê rêveberiya Navendê rêkeftinkê digel nivîsengehek jimêriyarî yasayî li darxe, daku dûvdeçûna bûdceya salane bike, û raporan pêşkêş bike li gor yasayên çîbeçîkar û li gor biriyarên û yasayên wilatê ku Navend şaxê xwe hene.
  • Rêveberê giştî dê di 3 mihên despêka sala darayî de, raporekê derbareyî sala darayî ya rabhûrî pêşkêş bike, digel budceya Navendê ya salane, li gor yasayên jimêriyarî yê û digel rapora dûvdeçûnê, û hijimartina keresatên navendê bi tevahiya şaxan.
  • Rêveberê giştî dê bûdceyê û jimêriyarên destnîşankirî digel belgehan de rêke bo pişkinîna jimêriyarî berî 30 rojan ji civîna Encûmena Rêveberiyê.
  • dê belgeh, pirtûk û tomarên navendê ta 5 salan bên parastin.

Babeta Heştemîn: Rêveberiya Navend ê û Îndamên wê

Sistema rêveberiya Navend ê wiha rêk dikeve:

Encûmena Rêveber

ji çend keseyatên sûrî pêktê, û salene yek car bi fermî di cive, bange Rêveberê Giştî yê Navend ê, ku Pilana Giştî ya karên Navend ê û bûdceya salane gotûbêj dike, û bûdceya sala rabhûrî pesend dike û pêşniyar û nerînên guncaw pêşkêşî Rêveberiya Navend ê dike.

Rêveberê Gitşî yê Navend ê

Kar û barên Navend ê bi rêve dibe, ku nûneratiya Navend ê dike li hember aliyên fermî û yên ne fermi, û tevahiya mijarên Navend ê muhir/ îmza dike, Rêveberê Giştî destûrên berferh bi dest hene daku bi kar be siyaset û pêşneyar û nerînên encûmena rêveber cîbecîbike, her wiha tevahiya karên taybet yên navend ê rêvedibe, ji bilî arkên encûmena rêveber ku berpirs e, Rêveberê Giştî tevahya karên navend ê rêkdixe, û destûrê dide bo cîbecîkirina karên cûda û pîvanan bo didan ê, her wiha arê dike li ser vekirina hisabên benk ê û bi kar anîna wan, û bang li ( rêveberê cîbecîkar, rêveberên şaxan û rêveberên nivîsengehan û bernameyan) dike bo civînan û rêveberiya civanan dike, her wiha bang li encûmena rêveber dike bo civînê li navenda serkî bi kêmasî salane yek car, her wiha agendiyên civîna  destnîşan dike, û pêşniyaran pêşkêşî gotûbêjan û biriyardan dike, her wiha karên şax û nivîsengehan rêkdixe, here wiha karmendan destnîşan dike û ji kar dixe, û destûrên wan diyar dike digel, mûçe û kirê û diyariyên wan de, her wiha merc û pîvanên bikar û desjikar diyar dike, û ev destûr wekû çawa lem û pêş hat diyarkirin, wek bîranîn, destûrên Rêveberê giştî bê sînor ji bilî ew mijarên ku di biryarên giştî û peyere serke de hatiye diyarkirin.

Rêveberê Giştî dikarê cîgirekî destnîşan bike li gor pêdiviyên kar, û xemxwar  be ku Navend tenê bi wan karên destnîşankirî rebe li gor yasyaên navxweyî yên Nvend ê.

Rêveberî Cîbecîkar yê Navend ê

Dê rêveberê giştî rêveberê cîbecîkar bo navendê destnîşan bike, daku karên rojane bi rêve bibe, û dê serperştiya karmendiyên navend ê bike, û perpirs be li hember rêveberê giştî.

Komîta Cîbecîkar

Dê rêveberê giştî komîtek bo rêveberiyê drust bike ku pêk tê ji: rêveberê cîbecîkar, rêveberên şaxan, rêveberên yekîniyên pispor û reveberên bernameyên Navend ê.

Karê komîteyê, rêvebirina mijarên cîbecîkar li navendê, û rêveberê giştî serperştiya civînên wê bike, ku mihana yek car dê bi cive, ku çawaniya karên navend ê, bernameyên wê di tevahiya aliyan de gotûbêj bike, her wiha bûdce û rapora salena amade dike bo encûmena rêveber li ser gotûbêj bike.

Rêveberên Şaxên Navend ê

Rêveberê giştî dê “rêveberê şax ê” destnîşan bike, daku bi kar û barên şax ê navend ê rabe, li gor sistemên guncaw û pêzaniyaiyên yên navend ê, û dê rêveberê şax berpirs be ji aliyê darayî û rêveberiyê li gor destûrên ku rêveberê gitşî ji re destnîşan kiriye.

Rêveberên Yekîniyên Pispor û Bername Karên Navend ê

Dê her yek ji yekînî û bernameyên Navend ê ji aliyê kesekî pispor û şareza di karên Navendê de bi rêve çê, û di berpirs be li hember rêveberê giştî yê Navend ê.

Rêveberê Nivîsengeh ê

Rêveberê nivîsengehê destnîşan dibe li gor biryara rêveberê giştî, ku rol û destûrên wê diyar dike, li gor yasya û biriyarên û rênimayên guncaw karên nivîsengehê bi rêve dibe.

Peywendiyên Giştî û Sikratariyet

Ew kar û barên  alîkar yên hesanîkirin û cîbecîkirina rênimayên rêveberiyê di warên cûda de.

Tora Hevkar digel Navend ê

Ew çend giropên kar ku ji kesên pispor, rojnamevan, vekolîner û rewşenbîrên pêk tê, ku hevkariyê digel navendê de dikin bo pêkanîna bername û karên wê di çendîn dewlt û bajarên cûda de.

Babeta Nihemîn: Sîstema Karên Navend ê

Rêveberiya Navend ê sîstemk navxweyî bo karên Navend ê dê destnîşan, li gor pêdiviyan, ku dê nermayî û asanîbûn hebe bo serkeftina kar, her wiha geşepêdan û berferhkirina Navend ê li ber çave be:

  • Sîstema darayî ku tê destnîşan kirin li gor wergirtin û xerckirin û pêdan û parastina darayî ya navnd ê û htd.
  • Sîstma jimêriyarî daku tevhahiya dahatiyên û xerckirinên navendê rêkbixe bi awakî rast û diyar û zelal.
  • Sîstema kar ku dê pîvanên karê karmendan navendê rêkbixe wek (mûçe, diyarî û bijardin).
  • Sîstema karên rêveberiyî ku karên rêveberiya navendê digel karên şax û nivîsengehan rê dixe, û mijûtî karên şax û nivîsengeha dike ji aliyên keresat û manabûna karmendan û arkên din
  • Aliyê yasayî: dê navend digel nivîsengehk yasayî rêkeftineê li dar bixe bo şêwerdarên yasyaî bo rêxistina karên Navendê, Şax û nivîsengehan.

Dawî