Yekînya vekolînên siyasî

Encûmena Ewlehî yê û dîwarê Rûsiya yê û Vebejerên Berdest

 

Naverok

Yekemîn: Pêşgotin

Dûwemîn: Şer li Ser Sûriya yê di Destê Amerîka û Rûsiyia yê de ye

Sêyemîn: Xerbê ji Xwe bi Tirse

Çaremîn: Bangewazî ji Rola Herêmî re

Pêncemîn: Vebejerkên Civata Navdewletî bo ji Rewşa Şiyanê Derkeve

Şeşemîn: Vebejerkên Opezisiyonê

 


Yekemîn: Pêşgotin

Vîtoya Rûsiya yê ew piroje biriyara yaku Fransa yê pêşkêş kir,  derbarê rawestandina karên şer li Helebê daxist, di civîna Encûmena Ewlehî yê ya di 8ê miha rabhûrî de hat lidarxistin, Rûsiya bi vê yekê ew rêzgirtin û sawe Encûmena Ewlehî yê daxist, û rola wê ber bi newalê bir; Amerîka û Rûsiya yê bi helwêstên xwe derbarê pirsgirêka Sûriya yê civata navdewletî naçar kir, û dezgeha navdewletî ji karxist, û xala meitrsîdar di vê rewşê de ew nameyên ku li xwe digre, û gefê dike ku tevlêhevek cîhanî rû bide û çi rêzgirtin ji  yasayên navdewletî neyê kirin, û ew welatên xwedan hêz û şiyan hêzê bikarbînin li dijî welatên jar û herwiha şerûpevçûn li Cîhanê rû bide.

 

Dûwemîn: Şer li Ser Sûriya yê di Destê Amerîka û Rûsiyia yê de ye

Destwerdana Rûsiya yê di Sûriya yê de li ser daxwaza Îran- Sûriya yê hat, xalek metirsîdar bû di şoreşa Sûriya yê de, ku guhertinek berçav rûda bo berjewendiya rejîmê û hevbendiyên wî, wek tê zanîn ew di rewşek lawaz de bûn. Rûsan bi awakî hovana çek bikaranîn, û pilana “Erda Şewitî” bikaranî, her berî alîkariya çekdarî Rûsan çendîn Mafê Vîto yê bi karanî, wek parsitinek siyasî bo rejîmê peydakir, û çi pêdaçûna yasayî li dijî ji kar dixist, wek çawa Amerîka parastina Îsraîlê dike.

Ji aliyekî din ve, Amerîka çi hewl nede li dijî destwerdana Rûsiya yê, tevî ragihandina wê hergav, ku karê çekdarî ne çareserî ye bû sûriya yê, lê hwerwiha ta wekû anha çi helwêst derneket, daku siyaseta Amerîka yê derbarê pirsgirêka Sûriya yê bê nerxandin, be pêçewanî, rêveberiya Amerîka yê paşdeçûnekê û nezelalbûnekê û nermatî yekê diyar dike, wiha kirku çavdêr çi dewlet ş çi take kes şaşûmaşo bûn.

Gelek pirs tên rojevê derbarê helwêst Amerîka û Rûsiya yê, û li bendî bersivane ku di dema niha de pêda nabin, wek: gelo Amerîka dibîne ku hebûna Rûsiya yê di Sûriya yê de, tevî ew wêrankirina wê, jêr xizmeta stratîjiya Amerîka yê, madam ew ne berpirse pê? Yan jî Amerîka bi bêdengiya xwe Rûsan dikşîne nav çiravê, bebê çi girngî bê dan bi nirxê mirovatî û siyasî û exlaqî ji helwêstên wan? Raste, sedema herî giring ji destwerdana Rûsiya yê re, ew Sûriya yê bi karbîne di bazare xwe de di doseyên de digel Amerîka û Ewropa yê de, lê gelo ma Rûsiya bîr nabe metirsîdara ev pêngava ku destê pê kir? Yan berjewendî kûrin?

Di 9ê Îlon/ Rezbera rabhûrî de, li Jinêvê rêkeftin di navbera Kêrî- Lavrov hat îmzakirin derbarê rawestana karên dijber li Helebê, û veguhestina pêdiviyên mirovana bo kesên sivîl ko pitir ji 250 hezar niştecê hene dorpêçkirî. Lê ew rêkeftin şikest wek çawa ew rêkeftina agirbestê di navbera herdû wezîran de di 22ê Sibat/ Resmê ye rabhûrî de şikest, û rêça xwe nedît di cîbecîkirnê de, bi sedema ku Pentagonê û saziya zaniyariyên  Amerîkî red kirin ku hevkar bin digel rûsan derbarê ew xala ku diyar dike li ser damezrandina yekîniya cîbecîkar ya hevkar, ku di riya wê de dê zaniyariyên ewlehî yê werin veguhestin di navbera herdû aliyan de, ku Rûsan ew xal giring dîtin di rêkeftinê de, ku bû sedema torbûna xwe li ser Taxên rojhilatê Helebê, ku wêran kirin û bi sedhan kesên sivîl hatin kuştin di encama bordûmankirinê, û çekên qedexe bi akranîn û çekên pêşketî û asta şer bilindkirin, ku hat wek biriyara dagîrkirina Helebê, bi hinceta şikandina (Bereya Nusra/ Cebhet Alnusra). Ew encamp ager Rûsiya û Hevbendiyên xwe bi destxistin, dê deskeftek stratîjî giring be, her wiha dê hevsengiya hêzan bi guhere, daku bikarbîne li gor nerîna xwe di çareseriya siyasî yaku rijde li ser parstina rejîma Asad, û ew destdirêjî kêm nabe bi agerhdariya Kêrî ji wan re bi (Dagîrkirina Heleb ê nabe sedema dawîkirina şer).

 

Sêyemîn: Xerbê ji Xwe bi Tirse

diyare ew rengê tund û mezinbûna şer yak u Rûsiya bikar têne, û agree ketine wê, Ewropa kezebqetandî kir, nimaza jêr sistbûna amerîkayê ya bi qest, ku Amerîka tenê di 13ê Îlon/ Rezbera rabhûrî de ragihand ew gotûbêjan digel Rûsan de yên derbarê Sûriya yê rawestin. Her wiha Obama daxwaz ji tîma Ewlehiya Netewayî kir ku çend bejerên din pêşkêş bikin daku li gor wan tevger bike; hat diyar kirin paş re ku ew tenê bo derbaskirina demê ye daku bejere serbazî dûr bike û tekez kir li ser rengê diplomasî- ku hatin rawestandin.

Ewropî metirsîdarin ji serkeftina Rûsiya yê di Helebê de, û paş re di Sûriya yê de, jêr ew tarîbûna helwêsta Amerîka yê, ku ager heye şer veguhese qada Ewropî, lewra karûbarên diplomasî û rojnamevanî kirin daku kelgermiya Rûsiya yê kontrol bikin, ku Fransa yê des pêkir di pêşkêûkirina prioje biriyarê de di 8ê cotmih/ kewçêreê bo encûmena Ewlehiyê. Daxwaz dike bo rawestandina karên şer li Helebê, û qedexekirina firokeyan, û veguhestina pêdviyan; lê ew piroje Moskoyê jikar xist bi karanîna Vîtoyê, ku ew Vîtoya 5an derbarê Sûriya yê, her wiha li hembe weê pirojeyê, Rûsiya yê pirojek din pêşkêş kir, ku ew jî jihat ji karxistin ku tenê 4 dengan ew pesend kir.

Ew şoka ku Vîtoya Rûsiya yê di Encûmena Ewlehî yê de rûda, wiha li Ewropiya kirk u gefa Diplomasî û Siyasî li ser Rûsiya yê xortkir di riya tometbarkirina wê di binpêkirina yasaya navdewletî, û çendê tawanên ku di astê cînosaydê dene; ku encûmena gelerî ya Brîtaniya civînek li darxist ku Rûsiya tawan barkir, her wiha Wzîrê derve yê Brîtaniya, Borîs Conson, di civînê de ragihand ” dem hat bo vekolîn agerên din di Sûriya yê de di nav de bejerên serbazî”, lê belê tekez kir li ser ” çi tevger dibe di çarçoveya hevbendî yê be digel Amerîka yê de”, û ” gelek li benda me ya daku em bighêjin vê yekê”.

Ji aliyê xwe ve, Fransa yê, sardana Serokê Rûsiya yê bo Parîs ê di 19ê mihê de rawstand, dema serokl Fransa yê merc kir ew dê tenê rewşa Sûriya yê gotûbêjbikin, wiha kir Potirn serdana xwe nehêle, herwiha wezîrê derve yê Fransa yê ragihand ew dê berdewam be di gefa xwe de li serRûsiya yê.

Gelek rojnameyên Ewropî û alavên ragihandinê din tevlî kampa rojnamevanî bûn, û des bi şer li dijî karên Rûsiya yê di Sûriya yê de, û wêneyên zarokan û birîndaran belav kirin di rûpela pêşî de ji rojnameyên xwe.

Ew rengê gefa siyasî û rojnamevanî li dijî Rûsiya yê, wiha kir ew dûrkirina diplomasî bimîne, lê Ewropa dizanê ew nebese bo wiha li Rûsiya yê bike xwe vekişe, gelo Ewropiya dixwest di riya wan pêngavên xwe de rayagiştî ya Ewropî bencbike li dijî Rûsiya yê? Yan jî hewlek bo dagirtina ew valahiya ku siyaseta Amerîka drustkir, bi sedema hilbijartinên wê?

Li gor bertekên Rûsiya yê diyar dibe ku Ewropa herdû ageran dixwaze; kontrolkirina kelgermiya Rûsiya yê, û amadekirina rayagiştî ya Ewropî li dijî Rûsiya yê ager rûberûyê hev bûn, û bê goman ew dixwazên li devere me ne dinav herêma wan de.

Di hevdînekê de digel ajansa (riya fosta) ya rûsî, serokê berê yê yekîtiya soviyatê, Mîzaîl Xorbatşof, aghedarî da, ku cîhan ber bi deverên metirsîdar diçe”.

Di hember tevgera Ewropî de, çapemeniya Rûsiya yê tije ye bi amadekirina rayagiştî ya Rûsiya yê, ku berpirsên serbazî û yên siyasî yê rûsiya yê gefa li Xerbê dikin, ji gotinên ku ew amade ne ji çi rûberûbûnê ye. Ku berdevkê artêşa Rûsiya yê, Jinêral Îgor Konşinykof, agehdarî da Goşka Spî û Pentagon û wezareta derve ya Amerîka ji ” çi karek serbazî li Sûriya yê”, û li ser akranê tora Rûsiya 1 ya fermi, Serbaz Dimitrî Kîsîlîv got, ku ew rêveberê ajansa riya nofostî ye, ew dê çi forkeyên Amerîka yê daxin, û berdewam kire ki Amerîkî ” dixwazin hêzê li dijî hêzên Serokê Sûriya yê bikarbînin, û li dijî fieokeyên Rûsiyayê, ku dibe ew ji gireya Amerîka netirsin, herwiha agehdarî da lu ew rokêtên amade kirî li Kalîngirad, yên nêzîkî Polenda yê, ager heye amade bin bi sereyên atomî, her wiha wezareta bergiriya Rûsiya yê ragihand wê hebûna xwe li deriya spî zêdetir kir ku bargira firokeyan (Kozintov) şand digel karwanek ji geştên artêşa deriya yê ya Rûsiya yê, her wiha Encûmena Dûma ya Rûsî biriyara hebûna hêzên Rûsiya yê li Baregeha Himîm pesend kir.

Di hember de, Rejîma Rûsiya yê rûberûyê rewşek girjayî heye çê dibe ku berferh bibe, bi sedema tengasiya abûrî ya rûdide ji ber ew siyaseta (Keviya Newalê) yaku serokê Rûsiya yê li dijî Xerbê bikar tine, ku qadek jê li Sûriya yê ye; bê guman siyaseta Potin ji rewşek xirab tê, û ji metirsiya stratîjî yak u Nato li drust dike, û her wiha ji wan siza û doseyên din, ke ew tev rewşk nexweş di navbera Xerb ş Rûsiya yê de drustdike, her wiha diyar dibe ji nerazîbûn li ser destwerdana Rûsiya yê di Sûriya û Ukarniya yê de, lê ew reng hîn zaf belav nebû ye, ku komek ji rewşnebîrên Rûsiya yê daxwaz ji Potin kirin daku pêdaçûnekê derbarê siyaseta xwe li Sûriya yê bike.

Pirsa ku tê rojevê: gelo Rûsiya amede û dilxwaza ji şerekî wiha re? yan dê bi agehdarî ber bi sarkirinê ve biçe? Û gelo Rûsiya yê metirsîdara ji Amerîka ku ew opersiyonek serbazî bikar bîne?

Dema ku serokê rûsiya yê berî konfiransa Lozan ê ragihand: zehmete digel rêveberiya Amerîka ya niha werê danûstandin, wate ku dem derbas bûye daku bazarê digel de bike û dê li benda rêveberiya dehatî de bê daku digel de gotûbêj bike.

Asayî ye, ku Rûsiya metirsîdar be ku Amerîka karekî serbazî li Sûriya yê bike, ji ber ew dê gef be ku herdû dewlet rûberûyê hev bibin; û Rûsiya yê rijde, tevî ew zaniyariyên bi dest, ew digel Amerîka yê de peywendî dar be, ji ber di riya vê yekê de ew hebûna xwe li Sûriya yê asayî dike wek derfet bo çareseriya siyasî, û ne bisedema daxwaza Rejîm û Îranê jê, ku hîjayê gotina dema ku Obama gef da ew dê operesiyonek serbazî li dijî Asad ke, dema çekên kîmawî bikar anî, Rûsiya yê bilez tekez kir ew ne amade bo rûberûyek çekdarî, û paş re rêkeftina jiçekxistina çekên kîmawî hat lidarxistin.

 

Çaremîn: Bangewazî ji Rola Herêmî re

Di lotkeya pêvajoya Ewropa yê li dijî Rûsiya yê, balkêş bû Mosko ji aliyê xwe ve vexwendin kir bo lidarxistina konfiransa Lozan di 15ê vê mihê de, berî rojekê ji konfiransa Londinê ji dostên miletê Sûriya yê, ku çi dewletên Ewropî li nehatin amadekirin, gelo Moskoyê çi dixwest bi Lozanê de? Gelo ew hewlek daku ew îsolaşêm bişkîne? Yanjî anemk bo aramkirinê?

Di Lozanê de, her yek ji Amerîka, Tirkî, Siûdî, Îran – mercên wê Îraq amade bê- herwiha Urdun û Misir û Qeter digel nûnerê navdewletî bo Sûriya yê Stîvan DîMistora hatin vexwendin.

Berî Civînê, Lavrov ragihand ku Rûsiya çi pêşniyaran pêşkêş nake, û hevdîtin dê wek (workşopê be, û ne bo gotûbêjan wek çawa li Komîteya Navdewletî rûda), û hêvî kirk u hevdîtin alîkar be di (despêkirina diyalogê li ser bingeha xalên rêkeftina Rûsiya- Amerîka yê, yak u pêşwazî lê hat kirin lê ew cîbecî nebû), ew gotin digel rgihandina berdevkê goşkaspî hemaheng bû ku got (waşinton berpirse di kêmkirina asta tundtujî yê li Sûriya yê digel hemû aliyan de di anv de Mosko yê).

Hevdîtina Lozanê hat lidarxistin, û roja peyî re hevdîtina Londonê, be bê çi beyanname werin weşankirin! lê ew lihevhatinên ku nehatin aşkerkirin, di çend bûyeran de hatin diyarkirin, wek helwêsta Turkiya yê dema wezîrê derve yê Turkiya yê ji bereya (Fetihulşam) xwest ew ji Helebê derkeve, ku wiha dîsan kirk u pirswerê kirin liser mezinbûna zivrandina Tirkiya yê û encamp ûlihevhatinên ku hatin kirin derbarê Sûriya yê û bandora wê li ser şoreşê, bi taybetî li ser Helebê? Ji bilî bêdengiya Siûdî yê.

Û ragihandina Rûsiya yê ji agirbestê li Helebê 8 demjimêran berdewam dike, û paş re wezîrê derve yê Rûsiya yê radighêne li ser agerbestk vekirî, û rawestandina bordûmankirinê ji 18ê cotmihê/ kewçîrê, daku derfetê hebe bo pilana Dîmestor bê cîbecîkirin û Bereya Nusra ji Helebê derkeve, wek pêşgotinê ji veqitandin di navbera giropên asayî û terrorist dinav opezisiyona Sûriya yê. paş re ew civîna navbera Almaniya- Rûsiya- Fransa yê li Berlînê, bo gotûbêjkirina rewşa Sûriya yê, wek xebatek din di vî warî de, heriwha daxwaza civînê li Jinêvê ji berpirsên serbazî û ewlehî yê ji dewletên deverê re tevlî Amerîka û Fransa û Brîtaniya yê, bo gengeşekirina rewşa Helebê û amadekirina listeyên giropên asayî û tundûtûj, ku mebest jê Bereya Nusra ye.

Ew tevgera diplomasî ya germ diyar dike çend pilan hene lê ne zelalin, rawestandina bordûmana Rûsiya yê li ser Heleb; lê hîn zû ye encamên vê tevgerê werin zanîn, lê diyare daxwaz hatin kirin ji dewletên herêmê re yên peywendîdar di şer digel xebata Ewropa yê de, bi razîbûna Rûsiya yê daku şer were sarkirin ta guhertina rêveberiya Amerîka yê serrast bibe, nimaza despêkirina şerê Mûslê.

Li hevhatinên herêmî û navdewletî çibin, diyare ew liser pişta şoreşa Sûriya yê ye, ku dê bandorek giring li ser opezisiyona Sûriya yê hebe.

 

Pêncemîn: Vebejerkên Civata Navdewletî bo ji Rewşa Şiyanê Derkeve

Vekolîn di vebejerkên ber destê civata navdewletî, paş şikestin û ji karxitina ku Encûmena Ewlehiyê tê derbas dibe, ku arkên wî parastina aştî û aramî ya cîhanî yê, diyar dike ku vebejerkên di destê civatê de jêr daxwaza ew dewletên zilhêz yên xwedan Vîto ye, û şiyana wan heye çalak bin, û li vir basî Amerîka yê dikin, ku nermbûna wê wiha kirk u Rûsiya yê serxweve here û çendîn car Mafê Vîto bikarbîne, bi awakî dijî wêneya Sistema navdewletî, ku dê bandore xwe ya nigatîv hebe li ser cîhanê û peywendiyên navdewletî.

Dema îradeya hêzên çalak lihevtên, û di pêşî de Amerîka bo akîtvkirina Encûmena Ewlehiyê û rola wê, dê Encûmen şiyana xwe vegeine û gefê li wan aliyên derveyî biriyarên wî bike.

Sruştiya peywendiyên navdewletî û pêdviyên wê, berdewmaiya tevgera dipolmasî digel alavên din yên gefdanê de, tevî ku encamên wê ne yekserbin; ji be rev rengê tevgerê bapend liser komkirinê, ku wiha dike pêşkêşkirina Niyozelanda bo piroje biriyar bo agerbestê li Helebê û hesanîkirina veguhestina karwanên pêdiviyên mirovana, û paş dû hefteyan Rûsiya cark din Vîto bikat têne.

Vebejerk din heye di destê Netewyên Yekgirtî de ye, dema ku Encûmena Ewlehî yê ji kar dikeve wek çawa niha dibe, ew berê xwe bidin Komîteya Giştî ya Netewyên Yekgirtî, û vexwendin bo lidarxistina civînê jêr sernivîsa (Yekgirtî bo Aştî yê), ku biriyara wê girêdan be, wek biriyarên Encûmena Ewlehî yê, ager qebûlkirina Du ji Sê ji endaman anî. Û ev yek cark tenê bihat karanîn di dîroka Neteweyên Yekgirtî de, paş kirîza Koriya yê, dema Yekîtiya Soviyatê wê demê mafê Vîtoyê bikar anî û Encûmena Ewlehîyê ji kar xist, ku bû sedema damezrandina hevbendî yê di şerê Koriya yl de amade bû digel Koriya ya başûr li dijî bakûr, û di wî çaxî de Yekîtiya Soviyatê li dijî hêzên navdewletî şer kir bi hêzên Çînê- ew di wê demê de ne Îndamê Netweyên Yekgirtî bû.

Belê ev yek li berdeste, û çê dibe rûbide bi sedema ew tawanên mezin yên ku Rûsiya yê dike, lê belê pirsgiêkek diyardibe ji rengê ew kîjan dewletên yên dikarin biriyarwiha cîbecîbikin, yan jî rûberûyê hêzên Rûsiy û hevbendiyên wê bibe, diyare ager Amerîka bi biriyarek wisa ne rabe, çi dewletên din nikarin, û dê digel wan biriyarên din raweste, û dê pitir Rêxistina navdewletî bêqîmet bike.

Tevî wiha, û li gor vê yekê, Sûdiya û Qeterê pirojek bi vî rengî amadekirin bo cîbecîkirina biriyarên encûmena ewlehî yê 2164/ 2015 û 2254/2016 yên derbarê vekirina dorpêçê ji bajaran, û veguhestina pêdiviyên mirovana, û rawestandina bordûmankirina kesêsn sivîl; ta niha pirojeyê 100 deng bidest xist. Her wiha Keneda û Lixşinştayîn daxwaz ji serokê Komîteya Giştî kir civînek bê lidarxistin bo gotûbêjkirina rewşa sûriya yê, û di vê çarçoveyê de komteya gotûbêjan nameyek bo serokê Civata giştî kir bo li darxistina civînê jêr wê sernivîsê.

Vebejerk din heye, lê dibe li dijî daxwazên dewletên mezin bibe, û ew jî wezîrê derve yê Fransa yê gef da paş Vîtoya Rûsiya yê, ew jî pêdaçûn di mafê Vîtoyê de, û sinûrdarkirina wî bi çend alav û mercan, û girngiya vê pêşniyarê tê ku ji dewletk xwedan mafê Vîtoyê tê.

Vebejerk din heye çê dibe berê xwe bidinê de, ager dilxwazî hebe, ku di şerê Îraqê de 2003an de bi kar hat, ew jî dewlet herdem îndam yan pitir, ji derveyî encûmena ewlehî yê bixebitê bo ji karxistina Rûsiya yê ji Encûmenê re derbas bibe jêr nivîsa vegerandina rêzgrtin ji yasaya navdewletî re, lê pirgirêk awe ku ev vebejer tenê Amerîka digel Fransa û Brîtaniya yê de dikarin bike, lê Amerîka çi hêvî tune ye ku şer li ser Sûriya yê bike.

Şeşemîn: Vebejerkên Opezisiyonê

Dema gotin tê kirin li ser vebejerkan, dibe bas werêkirin li ser vebejerkên Opezisiyona Sûriya yê, ya siyasî û ya serbazî, bê guman ew di qûnaxek reş de derbas dibin, ji ber ku diyare dewletên herêmî yên piştgîr tevhlî lihevhatinan bûn ne dixizmeta şoreşa Sûriya yê de, û be bê nerîna opezisyonê bê standin.

Û derbarê opezisiyona siyasî bi taybet, nabe bi bilez bertekan bide, û xebatek bi sûd bike di şîrovekirina doza Sûriya yê ji civata navdewletî re û ji raya giştî ya cîhanê re, û piştgîriya berxwedana miletê Sûriiya yê li hundur, û amadekirina Sûriyên li derve, ku dube lihevhatinên navdewletî û herêmî hebin, ku wiha bike, ku tevahiya giropan bibin yek li jêr programek niştimanî daku opezisiyonê jihev newê veqetandin wek rûs dixwazin.

شارك هذا المقال

قم بالتسجيل لتلقي النشرة الدورية