Nûçeyên Navendê

Kalamoon, Hejamere Dûwem Taybet bo Kurdan, Dîrok û Çand weşand

Jêr jêrnvîsa (Kurd, Dîroka wan, Çanda wan), hejamra dûwem ji Kovara Kalamoon, ji weşanên Navenda Harmoon bo Vekolînên Hemdem hat weşandin.

Kovarê di hejamra xwe de dergeh vekir li ser doza Kurdî ji tevahiya aliyên siyasî, civakî, çandî û abûrî, herwiha folklorê dewlemend.

Ku Abdulbasit Seyda bas hebûna kurdî li Sûriya yê kir- Dîrok û Çand- wiha jî Hoşeng Osê li ser jiyana sivîl û siyasî ya kurdî li Sûriya yê di navbera salên 1898 û 2017an de nivîsand, digel Mihemed Elî Ahemde de yê ku bas mijara Kurd û Hozên kurdî di erşîfa Osmanî de kir, û Deham Ebdulfetah ji aliyê xwe ve bas zimanê kurdên Sûriya yê kir û çanda wan.

Her wiha doseyê li xwe girt kurteyek ji dîroka wêjeya Kurdî li Sûriya yê bi pênûsa Can Dost, digel Floklora Kurdî ji aliyê Heyder Omer ve hat nivîsandin, û di warê berhemên kurdan di jiyana Olî û vekolînên Îslamî de li Sûriya yê hat şîrovekirin ji aliyê Ala-aldîn Cengo ve, û Ahmed Hesen mijara jiyana ayînî û çandî ya Yêzîdiyên kurdên Sûriya yê vekir.

Di doseya hejamrê de, Riyad Alî bas cihê kurdan di şoreşa Sûriya yê de kir (hevkariyek resen û bodceyek girnbûha), û derbarê rola jinê di civaka kurdî li Sûriya yê, xwendinek dîrokê, ji aliyê Rojîn Şêx Mosa ve hat nivîsandin, û Umer Resûl mijara Kurd û girtina Siyasî li Sûriya yê, ji sala 1920 ta 2017an nivîsand.

Gotarên Kalamoon li xwe girtin, vekolînek derbarê diyardeye Medheyên Pêxember li bajarê Dimeşq, ji aliyê derbirîna hunerî ve û bandora xwe ya li ser civakê, ku hat nivîsandin ji aliyê Wesîm Alşerqî ve, ji aliyê xwe ve Xedîca Alhilfawî xwendinek bo pirtûka (Kurd û Ziman û Siyaset, xwendinek di bingehên ziman û siyasteyên nasnamê), her wiha Bediruldîn pêdaçûnek bo pirtûka (Mijara Rojhilat ya Nû) pêşkêş kir.

Tê zanîn, ku Kalamoon, li navenda Harmoon li Întabê di Hezîran/ Pûşbera rabhûrî de, workşopek rêxist derbarê rola jina kurd (rol, pile li gor kiriyarên cûda), bi çavdêriya Menaf Alhemed, ku Kalamoon ew vekolîn weşandin, û di beşê gotaran de hat: gotara Komkara Sûriya yê ji aliyê Yûsif Selama, û gotara Ber bi nûjenkirina çanda siyasî ji aliyê Ebdulah Turkemanî.

Hêjayê gotinê ye, ku Kalamoon, Kovarek vekolînî Zanistî dadwerî ye, her sê mehan tê weşandin, û vekolînên raman, civak û siyasî pêşkêş dike, digel pêdaçûnên pirtûkan, û hejamra xwe ya yekem di Gûlana rabhûrî de hat weşandin, ku bas raman û fikra feylesofê axperst Sadiq Celal Alezim, û hejamra xwe bebê nirx hat belavkirin, wek yekem weşanên Navenda Harmoon.

شارك هذا المقال

قم بالتسجيل لتلقي النشرة الدورية